Konê rumetê 73 rojin berdewam dike

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 73’an de berdewam dike

Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, bi armanca statuya şengalê dayîna qebûl kirin û nasîn, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 73’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê me ruhmê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekiriye jî bi israrin û dibêjin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Show More
Back to top button