Kesayetên Deşta Ninowa: Divê tazmînata Êzidiyan were dayîn

Şêx û kesayetên naskirî yên Deşta Ninowayê bi boneya nehemîn salvegera komkujiya Şengalê gotin, tişta ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî Êzidî û pêkhateyên din ên Deşta Ninowayê kirin, karek nemirovane bû. Her wiha gotin, divê tazmînata civaka Êzidî were dayîn.

Neh sal di ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê re derbas dibe. Di encama êrişê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn. Heta niha jî beşek zêde ya wan Êzidiyên koçberbûne di kampan de dijîn. Derbarê mijarê de kesayetên Deşta Ninowayê ji ajansa me re axivîn.

Şêx Heyder Şebekî derbarê salvegera komkujiya li Şengalê de got: “Di êrişa DAIŞ’ê de Êzidî û Şebekên herêmê rûbirûyê dagirkerî, komkujî û koçberiyê bûn. Heta jinên Êzidî rûbirûyê destdirêjiyê hatin. Em bi vê yekê gelek diêşin û divê em wane ji tiştên rû dan wergirin.”

Di dewamê de Şêx Heyder da zanîn Şebek û Êzidiyên herêmê mil dane hêzên ewlehiyê û li dijî van êrişan karîne herêma xwe rizgar bikin.

‘Jiyan li Deşta Ninowayê vegeriya û di warê aborî de jî pêşketin heye’

Yek ji kesayetên din ê deşta Ninowayê Yunis Esker jî da zanîn neh sal piştî rizgarkirina Şengal ji dest çeteyên DAIŞ’ê, hêdî hêdî jiyan li Deşta Ninowayê vegeriyaye û di warê aborî de jî pêşketin heye.

Yunus Esker got: “Zilm li xelkê Şengalê hat kirin, heta niha jî beşek ji Êzidiyan li Herêma Kurdistanê dijîn û nevegeriyane ser malên xwe. Hêvîdarîn di demek nêzîk de hemû Êzidî li cih û warên xwe vegerin.”

‘DAIŞ’ê birînek kur di nav civaka Êzidî de vekir’

Şêx Hisên Genco jî daxwaz ji rayedarên Iraqê kir û got: “Divê hikûmet tazmînata malbatên şehîd û birîndarên deşta Ninowayê yên ji pêkhateya Şebek û Êzidî bide. Bi taybetî divê tazmînata Êzidiyan were dayîn, ji berku bi dirêjahiya dîrokê ti birîn wek ya ku DAIŞ’ê di nav civaka Êzidî de vekir, giran nebû.”

Di dewamê de Şêx Hisên Genco diyarkir ku rewşa ewlehiyê li deverê ji sedî sed arame û got: “Pêkhateya Şebek û Şie li gel Heşda Şebî di nava hemahengiyê de de ye. Her kes û aliyek bixwazin aramiya herêmê têk bidin wê Heşda Şebî li dijî wan rabe.”

NİNOWA-ROJNEWS

Show More
Back to top button