‘Kampanyaya KJK’ê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye’

Cîgira Desteya Rêveber ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û Endama Meclisa Xanesorê li ser Kampanyaya ku KJK’ê wê bide destpêkirin axivîn û wiha gotin:” Hêzeke ewqas mezin li pişt me ye, hêza me zêdetir dibe û cihê kêfxweşiyê ye.

Şengal-Koordînasyona KJK’ê di 9’ê Tîrmehê de ji bo salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û desteserkirina Afganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê  Talîbanê ve diyar kirin ku wê di 3-15’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ kampanyayekê bidin despê kirin.

Koordînasyona KJK’ê da diyar kirin ku ev kampanya ji bo ku qirkirina jinan di asta navnetewî de weke sûcê li dijî mirovatiyê were naskirin wê bidin destpêkirin.

Der barê kampanyayê de Cîgira Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Caklîn Hesen û Endama Meclisa Xanesorê Nûrê Şengal ji ajansa me re axivîn.

“Pêwîste hemû jin piştgiriya hev bikin”

Caklîn Hesen di destpêka axaftina xwe  diyar kir ku Kampanya KJK’ê ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û wiha got:“ kampanya ku KJK’ê daye destpêkirin cihê kêfxweşiyê ye û pêwîste em jî wekî jinên Êzîdî piştgiriya vê kampanyayê bikin. Em ber bi salvegera fermanê ve diçin. Di vê demê de 2 keçên êzîdî hatin rizgar kirin, cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku ew êş êşa hemû jina ye. Pêwîste ku em hemû jin piştgiriya hev bikin”.

“Divê her kes xwe perwerde bike”

Caklîn Hesen di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya perwerdê û wiha got: “Em ber bi salvegera fermanê ve diçin pêwîste em wekî jinên Êzîdî di nava amadekariyên çalakiyên cihê reng de bin. Ji bo ku her jinek karibe xwe birêve bibe em di nava hewildanên perwerde kirina hemû jinan de ne, ji ber ku pêwîste her kesek xwe perwerde bike û pêş xwe bixe”.

“Emê li hemû jinan xwedî derkevin”

Caklîn Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got:“Em wek jinên Şengalê heta dawiyê li Rêber APO xwedî derkevin û li hemû jinên cîhanê jî xwedî derkevin. Em dibêjin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî Emê Jiyaneke Azad Bi Serbixin”.

“Hêzek li pişta me ye, hêza me mezin dike”

Endama Meclisa Xanesorê Nûrê Şengal di despêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “ Em pir kêfxweş bûn bi vê kampanyayê. Dema ku mirov bizanibe hêzekî ewqas mezin li pişt me ye, hêza me zêdetir dibe û cihê kêfxweşiyê ye. Ji ber ku êşa me mezine û êşa jinekê ya hemû jina ye. Her dema ku ferman pêk tên di serî de dest davêjin jinê ji ber ku xala herî girîng esas digrin”.

“Li her derê êrîşî jin dikin”

Nûrê Şengal bal kişand dest dirêjiya li ser jin ku li her deverê êrîşê jin dikin û wiha got:”Li her deverê dema ku êrîş dikin di serî de êrîşî jin dikin. li Afganistan jî heman rewş bû. Îro êrîş, dest dirêjî û qetlîaman li ser jinê dikin, her tiştê li lê qedexe dikin. Armanc şikandina jinê ye. Wekî Serok APO dibêje “Jina ku ji bindestiyê derket wê azad bibe”.

“Bi fikrê Serok Apo jin jiyan kir”

Nûrê Şengal diyar kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa jin ber bi pêş ve bir û wiha pê deçû:”Di Şengalê de berê rewşa jin ne bi hêz bû lê piştî fikir û felsefeya Serok Apo hat, rewşa jin hat guhertin. Êdî jin li pey azadiyê ye, îro jin kîjan kar bixwaze pir hêsan dikare bike. Lê berê ji ber ku bindestê mêr de bû, ne dikarî ji mal derkeve.”

“Pêwîste em hêzên xayîn di nav xwe de qebûl nekin”

Nûrê Şengal teqez kir ku wê tu carî fermanê jibîr nekin, û wiha ser lê zêde kir: “Fermana 74’an tu carî wê neyê jibîrkirin, her sal çalakî, meş û her karek ku em pêwîst dibînin dikin. Ji ber ku fermanekî gelekî bi êş bû, di serî de dest dirêjî jinê kir û tunekirina jinê armanc girt. Pêwîste civaka me bibe yek ji bo ku careke din ferman neyên serê civaka me. Pêwîste em careke din hêzên xayin di nav xwe de qebûl nekin. Piştî ku hêza me ji me ava bû, pêwîstiya me bi tu hêzên cûda nîne. hêza me, me diparêze pêwîste em jî piştgiriya hêza xwe bikin.”

“Hêza me têra me dike”

Nûrê Şengal di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser hêza Şengalê û diyar kir ku pêwîstiya wan bi tu hêzekê nîne û wiha got: “Pêwîste hemû jin fêr çekê bibin. Ger ku rojekê dijmin êrîşê me bike em li pişta hêza xwe bin û berxwedaniyê bikin. Ger ku beriya fermanê em di vê zanistê de bûna, wê tu carî ferman çênebûne. Em qebûl nakin ku hêzeke din bikeve Şengal û Şengal bifroşe. Hêza me bi saya fikrê Serok Apo çêbûye û têra me dike.”

NÛJÎN ÊZÎDÎ-NÛJINHA

Show More
Back to top button