Nêçîrvan piştî êrîşên dijî Mexmûr, Şengal û Rojava li koşka Erdogan e!

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî êrîşên hewayî yên berfireh ên li dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê niha li koşka Serokkomariyê li gel şefê faşîst Erdogan di hevdîtinê de ye.

Li gorî hesabê fermî yê Serokkomariya Tirk, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di van kêliyan de li Enqereyê li gel Erdogan di hevdîtinê de ye.

Serdana Nêçîrvan ya ji bo Tirkiye ku  ji nişkave û piştî êrîşên berfireh ên li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê çêbû, gumana hevkariya PDK’ê ya ji bo van êrîşên dawiyê zêdetir dike.

Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Hesekê û têkçûna wê ya li beramber hêzên Rojavayê Kurdistanê, şevê din balafirên şer ên Tirk êrîşeke berfireh li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêkanî. Di encama êrîşan de li Mexmûrê 2 û li Şengalê 3 şehîd çêbûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NUÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button