Yek ji Fermandarên Asayîşa Êzdîxanê: Divê hikûmeta Iraqê daxwazên gel rast bixwîne 

Yek ji Fermandarên Asayîşa Êzdîxanê Xalid Xidir di derbarê rewşa Şengalê de diyar kir ku hîn hejmarek zêde ya leşkerên Iraqê di nava Şengalê de ne û got ku divê gel li hemberî tevahî planan baldar bin. Xalid Xidir destnîşan kir ku wê heta dawî ji bo parastina civaka xwe têbikoşîn.

Yek ji Fermandarên Asayîşa Êzdîxanê Xalid Xidir têkildarî rewşa dawî ya li Şengalê de ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

‘Divê hikûmeta Iraqê daxwazên gel rast bixwîne’

Xalid Xidir diyar kir ku hikûmeta Iraqê naxwaze ku gel Şengalê vala bike, ji ber ev yek jêre şermek mezine û wiha got: “Ger ku gel Şengalê ji ber êrişên artêşa Iraqê Şengalê berde ji hikûmeta Iraqê re şermek mezine. Ji ber ku di fermanê de gel ji ber êrişên DAIŞ’ê Şengal berda, tê wateya ku bi van êrişan artêşa hikûmeta Kazimî ferqa xwe ji DAIŞ’ê namîne. Ji bo wê ew qas hewil dan ku gel vegere ji bo rûreş nebe. Lê rastiyeke artêşa hikûmeta Kazimî niha hevkarê dewleta Tirk û PDK’ê ye û tevî hewildanên me yên şer dana rawestandinê jî ji ber sedema wan şehîdên hêzên me çêbûn. Her wiha ji gel birîndar çêbûn û gel hinek jê koçber bûn. Divê artêşa Iraqê daxwazên gelê Şengalê rast bixwîne û neyê listoka xêrnexwazan. Divê ji bo gel bibe alîkar û ji bo hêza ewlehiya Êzdîxanê bihêz bike, divê ked bide. Ne hewla tinekirina wan bide.”

‘Di vê artêş ji nava gundan derkeve’

Xalid Xidir destnîşan kir ku divê bê zanîn hikûmeta Iraqê daxwazên gel nepejirandine û wiha dewam kir: “Divê civaka  me bizane ku tevî ku artêşa hikûmeta Kazimî êrişî vîna me kiriye, lê hîna riyek ya çareseriyê nedaniye. Hîn hêzên wê di nava gund û bajaran de ye. Ev yek şaşe û divê ev hêzên leşkerî di nava gundan de derkevin. Erka wan parastina sînor û parastina tevahiya Iraqê ye. Erka wan ne li beramberî hêzên parastina Şengalê şerkirine. Weke asayîşa Êzdîxanê em bi vîna gel hatine avakirin û girêdayî Meclisa Xweseriya Şengalê ne, ji bo parastian gelê xwe em hene û ev 7 sale jî em wiha tevgeriyane. Wê ji vir şunde jî emê wiha tev bigerin.”

‘Bi saya zarokên Êzdîxanê DAIŞ ji axa Iraqê derket’

Xalid Xidir bal kişande ser êrişa artêşa Iraqê ya di 1’ê Gulanê de birî li ser Dugurê û Sinûnê û wiha pêde çû: “Artêşa hikûmeta Kazimî bi tank, top û balefiran êrişê me kir, ev xeletiyeke mezine. Hêza ku artêşa Iraqê êrişê wê kir ew hêze ku bi sedan şehîd di ber axa Şengal û bi giştî Iraqê de daye. Ger ne ji Hêzên Parastina Şengalê bûya niha DAIŞ’ê xwe li van axan de girtî. Artêşa raqê nedikarî gava xwe bavêje ser vê axê. Weke zarokên vê civakê ji bo ku civaka me êdî ferman û koçberiyê nejîn em ê her tim parastina gelê xwe bikin. Kî êrişî civaka me bike, weke asayişa Êzidxanê emê hertim berxwe bidin û em ê rê nedin ku destkeftiyên civaka me tine bibin.”

‘Em ê heta dawî têbikoşîn’

Yek ji Fermandarên Asayişa Êzdîxanê Xalid Xidir di dawiya axaftina xwe bang li civaka Şengalê kir û wiha got: “Hîn hejmarek zêde hêzên artêşa Iraqê di nava Şengalê de ne û hîn lihevkirinek li ser pejirandina daxwazên gel nehatiye kirin. Ji bo wê divê gel li hember tevahî pilana baldar be. Bila civaka me baş bizane ger ku êrişek çêbibe em wê parastina xwe bikin. Emê çekên xwe nedanîn. Ji bo parastina ax û baweriya xwe emê heya dawiyê li hember pilanan têbikoşin

ROJNEW/ŞENGAL

Show More
Back to top button