Jinên Êzidî bi meşekê piştgirî dan jinên Efgan

Piştgiriya jinan ya ji bo jinên Efgan roj bi roj zêde dibe, divê çarçoveyê de jinên Êzidî bi meşekê piştgirî dan jinên Efganistanê.

Di bin dirûşmeya ‘Bi Têkoşîna Jin Tola 74 Fermanan Hilînin’ Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi meşek piştgiriya xwe a bi jinên Efganistanê re nîşandan. Di meşê de jinên Êzidî dan diyakirin ku çawa DAIŞ’ê bi hemû hovîtiya xwe nikaribû jinên Êzidî tine bike, ewê li tu cihekî desthiladar nikaribe jinan tine bike.”

Meşa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji ber meclisa gel a nehiya Sinûnê despêkir, di meşa ku bi sedan jinên Êzidî û Ereb beşdarbûn de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û alên rêxstinên jinan hatine berzkirin. Her wiha meşê bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ heya çerxerêya Mam Zekî dewam kir. Livir liser navê tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê endama TAJÊ Şemê Remo ve hate dayîn de, piştgiriya jinên Êzidî a bi jinên Efganistanê re hate nîşandan.

Di daxuyaniyê hate gotin: “Ev meşa me li diîjî zilm û zordariyê ye ku çawa di 3’yê Tebaxê de keç û jinên Êzidiyan revandin, qetilkirin û destdirêjî liser wan kirin, wek jinên Êzidî li kuderê jin rastî zilmê bê û taybet jinên ku di dema fermanê de li dijî zilma li me hatiye kirin dengê xwe bilind kiribin, em jî destek didin wan û li kêleka wan disekinin.

Em dibînin niha ji aliyê rêxistina terorîst a Talîbanê ve çawa DAIŞ’ê zilm li jinan kir, bi heman şêwazî zilm li jinên Efganistanê tê kirin. Êşa me hemû jinan yeke û pêwîste em dijî desthilatdariyê bibin yek. Ev desthilatdariya ku dixwaze jinê tine bike, wê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê biçe û jin wê serbikeve. Çawa DAIŞ’ê bi hemû hovîtiya xwe nikaribû jina Êzidî tine bike, wê desthiladarî nikaribe li yek cihek din jî jinan tine bike.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button