Sibe 4’emîn Kongreya PADÊ tê lidarxistin

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) wê sibe 4. Kongra xwe ya asayî lidar bixe. Endamê Komîteya Têkliyên Derve yê PADÊ Silêman Hecî da diyakirin ku ev demeke di nava gel de kar û xebatên wan ji bo lidarxistina kongrê tên meşandin û got, "Em bi hêvîne ku gelê me nûnerê xwe ku karibe xizmeta wan bike hilbijêrin."

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) wê sibe 4. Kongreya xwe ya asayî li Şengalê lidarbixe.

Endamê Komîteya Têkliyên Derve yê PADÊ Silêman Hecî derbarê giringiya lidarxistina kongreyê de ji Rojnews re axivî.

Silêman Hecî di destpêka axaftina xwe da da zanîn ku gelek partiyên siyasî bi navê Êzidiyan karkirin, lê dengê gel dizîn û li gor berjewendiyên xwe tevgeriyan. Silêman var; “Heya nehe her partiyeka siyasî hatibe û bi nave Êzdiyan kar kiribe, berjewendiyên xwe esas girtine, dengê gel dizîne û bazirganî bi vîna gelê me kirine. Her kesekî dît di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an çi hate serê gelê me û kesekî mafê wan ê siaysî bi parêze nebû. Kedek mezin hate dayîn û li ser vê xetê gelek şehîdên me çêbûn, ji bo em karibin bibin nûnerê gelê xwe di aliyê siyasî de ev partî bi keda şehîdan hate avakirin.”

Di dewamê de Silêman Hecî balkişand ser amadekariyên ji bo kongreyê hatine kirin û got: “Ji bo li darxistina kongreyê ev demeke kar û xebatên me tên meşandin. Ji bo em bikarin kongre bi awayek demokratîk li darbixin em di nava gelê xwe de geriyan û me nêrîna civaka xwe girtiye.”

Hecî got: “Em bi hêvîne gelê me jî nûnerê xwe hilbijêre û rêveberên ku karibin bibin nûnerê wan hilbijêrin. Ji dema avakirina partiyê de heya niha me soz daye gelê xwe ku li gor berjewendiyên wan kar bikin û ji nihe û şûnde jî her endamekî di vê partiyê de kar bike, di serîde wê soza xwe ya xizmekirina civakê bide û wisa dest bi karê xwe bike.”

Di dawiyê de jî Silêman Hecî da zanîn ku li Başûrê Kuridstan, Bexda û Şengalê navendên wan hene û got, “Ji bo berfirehkirina navendên kar û xebatên xwe em ê karekî esasî bidin meşandin û hewil bidin dengê gelê xwe bigehînin raya giştî ya cîhanê.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button