Di erişa DAIŞ’ê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê, bi daxuyaniyek ragihand, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Hewîce ya Kerkûkê zêde bûye û di encama êrişa çeteyan de 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dane.

Şaneya Ragihandina Leşkerî ya Iraqê daxuyaniyek da û diyarkir îro li navçeya Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Fewca 4 a Lîwaya Piyade ya 32’an kir. Di encama êrişê de 4 leşkerên Iraqê yên bi navên Casim Haşim, Heyder Hemze Ebid, Cemîl Mensur û Mihemed Cuma jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin çeteyên DAIŞ’ê liv û tevgera xwe ya li derdora Kerkûkê zêde kirine. Hêzên ewlehiyê jî ji bo tinekirina çeteyan operasyonên xwe berdewam dikin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button