‘Rizgarkirina Reqayê ji bo jinên êzidî serkeftinek bû’
Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî têkildarî salvegera Reqayê da zanîn bi pêşengiya jinan Reqa hat rizgarkirin û got:"Reqa ji bo çeteyên DAÎŞ'ê wekî paytextekê bû, xwe li wir bi rêxistin kiribûn. Têkçûyina çeteyan a li Reqayê ji bo wan bû darbeyek. Li dijî êrişan, divê gel piştgiriyê bide hêzên azadiyê. Ji bo em van êrişana vala derxin pêdivî ji piştevaniyê û yekîtiyê heye."
DAIŞ’ê bajarê Reqayê ji bo êrişên xwe yên terorane yên hovane bi kar anî. DAÎŞ’ê li Reqayê bi taybet “Dewaretil Neim” wekî cihê firotina jinên êzidî bi kar dianî. Gelek jinên êzidî ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin, tecawizkirin û îşkence li wan hat kirin. Li dijî vê yekê hêzên YPG, YPJ, QSD’ê dest bi hemleya rizgarkirina Reqayê kirin. Di 17’ê Cotmeha 2017’an de, di çarçoveya hemleya azadkirina Reqayê ya ji DAÎŞ’ê de, Reqa hat rizgarkirin. Bi munasebeta salvegera 6’emîn a rizgarkirina Reqayê, Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî nirxandin kir.
‘DAÎŞ’ê Reqa kiribû cihê firotina jinên êzidî’
Suhamê da zanîn DAÎŞ’ê Reqa ji xwe re kiribû paytext û cihê firotina jinên êzidî û wiha got:”6’emîn salvegera rizgarkirina Reqayê di serî de em li hemû pêkhateyên ku li wir dijîn pîroz dikin. Her wiha li civaka kurd pîroz dikin. Reqa ji bo çeteyên DAÎŞ’ê wekî paytextekê bû, xwe li wir bi rêxistin kiribûn. Têkçûyina çeteyan a li Reqayê ji bo wan bû darbeyek. Di vê hemleyê de gelek jinên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin. Di dema fermanê de gelek jin hatin revandin û hatin firotin. Tecawizî wan kirin. Bi hovîtiyeke mezin rû bi rû man. DAÎŞ’ê Reqa kiribû cihê firotina jinên êzidî.
‘Rizgarkirina Reqayê ji bo jinên êzidî serkeftinek bû’
Suhamê da zanîn tevlîbûna jinên êzidî ya ji bo vê hemleyê, rizgarkirin û tolhildana jinên êzidî xwedî wateyeke gelekî dîrokî ye û wiha pê de çû:”Rizgarkirina Reqayê bi taybet ji bo jinên êzidî serkeftinek bû. Çimkî di hemleya rizgarkirina Reqayê de bi dehan jinên êzidî hatin rizgarkirin. Di vê hemleyê de berxwedaneke gelekî mezin çêbû. Ji bo tolhildana jinên êzidî, ji bo rizgarkirina jinên êzidî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bûn. Tevlîbûna jinên êzidî ya ji bo vê hemleyê, rizgarkirin û tolhildana jinên êzidî xwedî wateyeke gelekî dîrokî ye.”
‘Jinên êzidî teslîm nebûn’
Suhamê diyar kir ku li Reqayê berxwedaneke bêhempa hat dayin û wiha lê zêde kir:”Jinên êzidî di fermanê de û piştî fermanê gelek êş dîtin lê belê teslîm nebûn. Bê hêz neketin û li paytexta DAÎŞ’ê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Di dema hemleyê de wekî rojnameger em jî li wir bûn. Parvekirina vê hemleyê ya bi raya giştî re ji bo me girîng bû. Tu kesî bawer nedikir ku DAÎŞ têk biçe. Çimkî çeteyan hemû hêza xwe kiribûn Reqayê. Li wir berxwedaneke bêhempa hat dayin. Di encama vê berxwedanê de Reqa hat rizgarkirin. Piştî Reqa ji destên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin êdî her kesî fam kir ku çete ji aliyê fîzîkî ve rûxiyane, têk çûne. Piştî hemleya Baxozê, Dêra Zorê hat destpêkirin her kesî fam kir ku DAÎŞ têk çûye.”
‘Bi bawerî û felsefeyekê Reqa hat rizgarkirin’
Suhamê da zanîn ku gelek kesan bawer nedikirin DAÎŞ têk biçe lê belê şervanên azadiyê Reqa rizgar kirin û wiha dewam kir:”Berî rizgarkirina Reqayê DAÎŞ’ê darbeya mezin li Kobanê û Şengalê xwar. Berxwedana Kobanê û Şengalê hişt ku şervanên azadiyê Reqayê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bikin. Gelek kesî bawer nedikir ku DAÎŞ têk biçe. Çimkî dema behsa DAÎŞ’ê dihat kirin, ji tirsan çongê wan dilerizîn. Gelek kes di wê baweriyê de bûn ku kesek nikare li hember çeteyan li berxwe bidin. Şervanên azadiyê bi bîr, bawerî û felsefeyekê çûn Reqayê. Bi bawerî û felsefeyekê Reqa hat rizgarkirin. Rizgarkirina bi vî rengî ya Reqayê ji bo civaka êzidiyan bi taybet cihê kêfxweşiyê bû. Em dîsa dibêjin rizgarkirina Reqayê li YPJ, YJŞ, YPG, QSD’ê pîroz be.”
‘Pêkhateyên li Reqayê xwe li ser fikrên Rêber Apo bi rêxistin dikin’
Suhamê bal kişand ser rewşa piştî rizgarkirina Reqayê û wiha got:”Piştî rizgarkirinê jî li Reqayê hemû kesên li wir, ji êrişan hatin parastin. Hêzên me yên azadiyê civakê diparêzin. Loma jî em serkeftinê dixwazin. Hemleya ku ji bo rizgarkirinê dest pê kirin dîrokî bû. Çimkî li Rreqayê ‘Dewaretil Neim’ heye. Vir ji bo firotina jinên êzidî dihat bikaranîn. Li pêş çavên her kesî ev yek dihat kirin. Bi şêwaze ku wekî bibe îbret, jinên êzidî li vir li pêş çavên her kesî difirotin. Piştî rizgarkirina Reqayê ev deware bû dewareya azadiyê. Piştî rizgarkirinê cudatiyên gelekî mezin çêbûn. Piştî rizgarkirinê hemû pêkhatiyên li Reqayê dijîn li ser fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin. Parastina herêma xwe dikin. Pêkhateyên li Reqayê xwe li ser esasên neteweya demokratîk bi rêxistin dikin. Parastina herêma xwe dikin. Di bin felsefeya Rêber Apo de Reqa ji bo gelek herêman bûye çavkaniya jiyaneke azad.”
‘Şervanên azadiyê mirovahî ji xetereya DAÎŞ’ê parastin’
Suhamê da zanîn ku ger bi hezaran kurdî canê xwe feda nekiribana wê xetereya mezin a DAÎŞ’ê dewam bikira û wiha got:”Rizgarkirina Reqayê û rêxistinbûyina li ser esasên fikrên Rêber Apo ji bo me jinên êzidî cihê kêfxweşiyê ye. Loma careke dinê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em salvegera rizgarkirina Reqayê li hemû şervanên azadiyê û li gelê xwe pîroz dikin. Şervanên azadiyê, hêzên ku di destpêkê de DAÎŞ têk birin, mirovahî ji xetereya DAÎŞ’ê parastin. Ne ji vê berxwedana şervanên azadiyê ba YPJ, YPG û QSD’ê ba wê xetereyeke mezin li ser civaka li Reqayê heba. Herkes vê rastiyê dizane. Li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kurdî canê xwe feda kirin. Ger ne ji wan bûya wê talûkeyeke mezin a DAÎŞ’ê ya li vê herêmê hebûya.”
‘Êrişên dewleta tirk dibin sedema zindîkirina DAÎŞ’ê’
Suhamê da zanîn ku hîn xetereya DAÎŞ’ê dewam dike û wiha got:”Niha gelek şaneyên DAÎŞ’ê yên veşartî hene. Yanî em dikarin bêjin hîn xetereya DAÎŞ’ê heye. Piştî DAÎŞ têk çû şûnde dewleta tirk vê carê raste rast bi awayekî eşkere ket dewrê. Dewleta tirk êrişî hêzên ku li dijî DAÎŞ’ê li berxwe dan, kir. Her wiha bi dehan caran li Şengalê bi balafirên şer, êrişî hêzên YBŞ, YJŞ’ê kir. Gelek fermandarên ku di nava civaka êzidî de şerê DAÎŞ’ê kirine qetil kir. Gelek caran bi balafirên şer êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Cihên mîna Efrînê yên ku DAÎŞ’ê nikaribû dagir bikira îro dewleta tirk dagir kiriye. Çeteyên DAÎŞ’ê çawa berê xwe dida her derê û talan dikir, li wir hovîtî dikir, jin direvand, qetil dikri, îro dewleta tirk jî li Efrînê heman tiştî dike. Zîhniyet eynî ye.”
Banga dengderxistina li dijî êrişan
Suhamê herî dawî bang li hemû kesên dilsozên azadiyê kir ku li dijî êrişan bêdeng nemînin û wiha got:”Divê hemû saziyên mirovan, rêxistinên navneteweyî bi erkên xwe yên wijdanî û exlaqî rabin. Çimkî êrişên li dijî Mexmûr, Şengal, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya êrişên DAÎŞ’ê dike. Bi zîhniyeta dagirkerî û talankirinê tê xwestin tiştên DAÎŞ’ê temam nekiriye bi vî hawî bê temamkirin. Dewleta tirk a dagirker dixwaze vêya dewam bike. Loma jî divê tu kes li hemberî van êrişana bêdeng nemîne. Hêzên azadiyê ji bo mirovahiyê ji xetereya DAÎŞ’ê rizgar bike, erka xwe pêk anî. Loma jî divê kesên mirovahiyê diparêzin li hember hêzên azadiyê erka xwe bîne cih. Çimkî ev êriş wiha dewam bikin dibe ku DAÎŞ dîsa xwe bi rêxistin bike. Bingeh ji vê yekê re tê avakirin. Deh hezar çeteyên DAÎŞ’ê îro di zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girtîne. Wekî berê jî min got gelek şaneyên DAÎŞ’ê yên veşartî hene. Bi dehan caran bang hat kirin ku dadgeheke navneteweyî bê avakirin. Lê belê kesek li vê yekê xwedî derneket. Ev yek jî metirsiya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezintir dike. Loma jî hemû mirovên dilsozên azadiyê ne, bila piştigiriyê bidin hêzên azadiyê da ku em van êrişana bi hev re vala derxin.”