Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin

Cenazeyê fermandarê YBŞ'ê Agir Cefrî ku di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, bi tevlêbûna bi sedan kesî li Goristana Şexşims, li ba birayê xwe Şehîd Hecî hate veşartin.

Îro di seatên nîvro de dewleta Tirk a dagirker bi balefira bê mirov a bi çek, li Gundê Behrava yê girêdayî Komelgeha Xanesorê êriş bir ser wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û di encama êrişê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn û şervanek jî birîndar bû.

Fermandar û şervanên YBŞ’ê ji bo serxweşiya kesên ku beriya 2 rojan li gundê Behrava jiyana xwe ji dest dabûn, berê xwe dabûn konê şînê û di dema vegera şînê de rastî êrîşê hatin.

Fermandarê YBŞ’ê Xêrî Xidir Xelef bi nasnav Agir Cefrî ku bi xwe xelkê Komelgeha Xanesorê, ji eşîra Cefriya ye.

Agir Cefirî jî di sala 2014’an de bûbû şahidê fermana 74’emîn. Qetlîama ku li ser gelê Êzidî pêk hatî, bandoreke mezin li ser wî kiribû. Fermandar Agir ji bo rizgarkirina Şengalê heya dawî bi vîna xwe ya bilind û bi fedekariyeke mezin pêşengtî kir û ji bo rizgarkirina Şengalê û rêxistinkirina civakê bi erka xwe rabûye. Ji ber ku ew bûbû şahidê fermana 74’emîn, ew ti carê êşa gelê xwe ji bîr nekiribû û xwe ji bo her erk û berpirsiyartiyê amade kiribû. Ew him di kar de him jî di jiyanê de her tim bi moral û coş bû. Di nav hevalên xwe de ji ber fedabûn û dilnizmiya xwe pir dihate hezkirin.

Agir ji nava malbateka welatparêze û xwedî şehîd e. Birayê Agir, Hecî Xidir Xelef jî di encama êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de di sala 2021’an de li Nexweşaniya Sikêniyê şehîd bûbû.

Cenazeyê Fermandar Agir Cefrî ji ber deriyê mala wî ya li Xanesorê bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şexşemis ve bi rêkirin. Bi sedan kes di merasîmê de amade bûn û cenazeyê Agir Cefrî li gor urf û adatên civaka Êzidî li Gorîstana Şexşemis, li kêleka birayê xwe Şehîd Hecî hate veşartin.

Rojnews-şengal

 

 

Show More
Back to top button