Li Şengalê jinên Ereb û Êzidî komxebatek hevbeş pêkanîn

Ji bo balê bikşînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pergala netewa demokartîk ku çawa jin têde dikare xwe birêxistin bike, li gundê Medîban ji aliyê TAJÊ ve komxebatek hate  pêkanîn. Di komxebatê de têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd 5 biryar hatin girtin ku jinên Êzidî  û Ereb wê karê hev beş liser bidin meşandin.

Ji bo balê bikşînin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskrina ramanên Rêber Ocalan li nava civakên Şengalê de. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li gundê Medîban ku ê pêkhateyên Erebe, li Şengalê di bin dirûşmeya ‘Bi rêxistin û tekoşîna Jinan emê azadiya fîzikî a Rêber Apo misoger bikin’ komxebata jinên Ereb , Êzidî û Rêber Ocalan lidarxist.

Di komxebatê de bi dayîna semîner, sinevizyon û nirxandinan bal hate kişandina liser  fikrê Rêber Ocalan û sîstema neteweya demokratîk ku tevahiya gel û pêkhateyên li azadiya xwe digerin, dikarin ji xwere esas bigirin û peradîgmeya Rêber Ocalan weke take çareseriya ji bo azadiya jinê hate nirxandin.

Komxebatê bi beşdariya 50 jinên Ereb û Êzidî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahiya şehîdên tekoşîna azadiyê despêkir.

Piştre li ser rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan Sinevizyon nefret pêşandin.

Komxebata TAJÊ’ê li ser sê xalên bingehîn birê ve çû.

Xala Yekê, jin û rêbertî jinên Ereb û Êzidî, komploya li ser Rêber Ocalan û tecrîda giran a li îmraliyê bi Semînerekê ji aliyê ji aliyê Berdevka Komîta Karên Derve a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî ve hate destgirtin. Şengalî di serîde bal kişande liser taybetmendiyên Rêber Ocalan ên zarokatiyê û got: “Dema Rêber Apo zarok bû, taybetmedniyên wî hebû, ew bi xwe behsa dike ku dema mijarek hebe jêre dibî meraq û bi pê dikeve liser lêhûrbûn dikirin û li pey bersiva wê digeriya. Dema di temenê biçûk de di şexsê hevala xweya zarokanî de ku bi hevre dilîstin û ji nişkê ve ew hevala wî a binavê Elîf hate zewicandin jêre dibe meraq dikir. Di pirse gelo çima dema jin dizewcin nikarin wek berê ji malê derkeve.”

Suham bi berfirehî jiyana Rêbertî girte dest heya avakirina PKK’ê û wiha domand: “Gelê Kurd bi salan di nava zilmê debû tu kesekî nikarî dengê xwebike, li ser gelên li azadiya xwe digeriyan komkujî dihatin pêkanîn. Di hemû komkujiyan de ê herî zêde a zilm lê dihate kirin jin bû. Suham Şengalî Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîrxist û got: “Di vê komkujiyê de hemû kiriyarên li dijî mirovahiyê di derheqê gelê Dêrsimê de kirin. Jinên dû canî qetil dikirin û zarokên wan bi kêra ji zikê wan derdixistin.”

Di dewama Semînerê de Suham Şengalî li ser hedef û armancên dijmin ji komploya dîl girtina Serokatî jî nirxandin û got: “ji bo ku ev gelên bi salaye li pey bidestxistina mafê xwe ketine, azad nebin komplo dan despêkirin û tecrîd liser rêbertî girankirin.”

Di semînerê de jinên Ereb û Êzidî jî niraxandinên xwe kirin û gotin “Ji bo em karibin azad jiyan bikin çi ji destê me were emê bikin. Ji bo em karibin balê bkişînin liser tecrîdê emê çalakiyan dewam bikin.”

Fatime Mistefa jî di Semînera Dewmîn de qala pergala netewa demikratîk kir û da diyakirin ku di nava netewa demokratîk de hemû gel dikarin bi hevre jiyan bikin, azadiya xwe misoger bikin. Xaleke serekî di vê sîstemê de heye ku Rêber Apo ji mere pêşkêş kiriya, ji bo em wek jin karibin xwe azad bikin, derfetên ji bo azadiya jinê afrandiye. Raste em civakên kevnin ên li herêmê ne, heya nehe li ser hişmendiya qebîle û eşîrtiyê jiyan dikin, irf û adetên me liser jiyana civakî dimeşin lê hin mijar hene bijin ve girêdayî lazime rê li ber bê girtin mînaka wê jî zewaca di temenê biçûk û zexta li malê de liser jinê tên kirine. Lazime em rê liber vê bigirin.”

Ji Şervanên YJŞ’ê Suheyl Şengalî jî di semînera dawî de da diyarkirin ku “Di dîrokê de jin herdem bûye qehreman û şer kiriye daku xwe biparêze, ev yek nehe xuyaneke jî lê di dîrokê de heye. Ji şûna ku destek bidin jinê û ew jî di parastina herêmên xwede bibe xwedî îrade. Jin bi naskirina ramanên Rêbertî dikarin vê yekê pêk bînin.”

Di dawiya komxebatê de piştî nirxandinên berfireh 5 biryar ji bo kar û xebatên hevbeş ên jinên Ereb û Êzidî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin derxistin.

Biriyar wihane;

  1. weka jinên Êzidî û Ereb heya azadiya serokatî wê tekoşîna xwe berdewam bikin.
  2. jinên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêber Apo name binvîsîn û pêşangeha wêne û standa pirtûkan vekin.
  3. ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina Tecrîdê wê meşek girseyî bê lidarxstin.
  4. Ji bo yeketiya jinên Êzidî û Ereb wê karê dîplomasî bên xurtkirin.
  5. ji bo qirkrin û femînesyat li ser jin di sala 2014’an were naskrin weka jinê Êziîd û Ereb wê tekoşîn bê xurtkirin û karên hevbeş bên meşandin.

ROJNEWS

Show More
Back to top button