Rêveberiya Xweser a Şengalê: Berxwedana Kobanê ji bo tekoşîna gelan destpêkek nû bû

Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê yê Cîhanî daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser got: “Li Kobanê tekoşîna hevgirtî ya şoreşgerî, berxwedana gelan û felsefeya jin, jiyan, azadî li dijî zilmê bi serket. Şengalê jî bi rihê berxwedêrên Kobanê hate rizgarkirin. Berxwedana Kobanê ji bo tekoşîna gelan, ji bo jiyaneke azad û wekhev, ji bo pêşerojekî demokratîk ya tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhaneke wekhev destpêkekî nû bû.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengiye;

“Em roja cîhanê ya Kobanê di serî de li gelê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê, li tevahî gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê pîroz dikin. Bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê ku serkeftina mezin a Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê ye, em di şexsê şehîd Arîn Mîrkan û Gelhatan de tevahî şehîdên di oxira serxistina berxwedana rûmeta mirovahiyê de şerê azadiyê meşandin bi bîrtînin.

Kobana berxwedêr, bajarê ku di sedsala 21’emîn de bi pêşengiya jinên têkoşer û mirovahiya azadîxwaz di dîroka tekoşîna gelan ya li dijî zilmê de navê xwe nivîsand. Şerê li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê ku bi pêşengiya jinên berxwedêr pêşket bû destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Bi hêz, bawerî û hêviya mezin a hevpar ya mirovahiyê û tekoşîna jinan DAIŞ hate binxistin. Çawa li Kobanê jinên xwedî fikir û felsefeya Rêber Apo, bi îradeyeke ji polayê li ber xwe dan û muhra xwe li berxwedana dîrokî xistin. Wê berxwedana rûmetê hişt ku jina Êzidî jî li Şengalê bi hêz bibe û tevlî tekoşîna têkbirina DAIŞ’ê bibe.

Di Kobanê de serkeftina dîrokî yek ji sedemên wê yeketiya hêzên azadîxwaz bû. Ev wê yekê dide diyarkirin ku yekîtiya hêzên Kurd dikare serkeftinên mezin li dijî dagirkeriyê li her derê bi ser bixîne. Ji bo bi dawî anîna dagirkeriya li ser axa Kurdistanê di roja îro de jî heman yekîtî pêwîste.

Berxwedaniya li Kobanê û tevahiya Kurdistanê heya roja îro berdewam dike. Di serî de li hemberî dewleta Tirk a dagirker berxwedaniyekî mezin li himber dijminê dagirker dewam dike. Li çar parçê Kurdistanê gelê Kurd bi rihê Kobanê li ber xwe dide. Êrîşên niha li ser Rojava pêşdikevin di esasê xwe de ne qebûlkirina serkeftina Kobanê ye. Dewleta Tirk hîna jî tola xwe ji gelê Bakûr-Rojhilatê Sûryê digre û plana DAIŞ’ê nebirî serî dixwaze bi vê dijminahiya xwe temam bike.

Lê çawa DAIŞ li Kobanê bi ser neket ew ê dewleta Tirk û hevakrên wê jî bi ser nekevin. Li Kobanê tekoşîna hevgirtî ya şoreşgerî, berxwedana gelan û felsefeya jin, jiyan, azadî li dijî zilmê bi serket. Şengalê jî bi rihê berxwedêrên Kobanê hate rizgarkirin. Berxwedana Kobanê ji bo tekoşîna gelan, ji bo jiyaneke azad û wekhev, ji bo pêşerojekî demokratîk ya tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhaneke wekhev destpêkekî nû bû.

Em bi boneya vê rojê bang li tevahî mirovahiyê dikin li hemberî êrîşên di roja îro li dijî şoreşa gelan pêşdikevin dengê xwe bilind bikin û xwedî li Rojava derkevin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk pêşdixîne bibin xwedî helwest.

Em weke civaka Êzidî li ser vê rih û berxwedana rûmetê di roja îro de li hemberî hemû êrîş û plangeriyên kirêt li ber xwe didin û tekoşîna azadiyê dimeşînin. Em ê heta dawî piştgiriya şoreşa gelan ya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê bikin. Bi bîr û baweriya serxistina paradîgma Netewa Demokratîk tekoşîna azadiyê bimeşînin û jiyanek wekhev û azad ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button