Sibe li Bexdayê lûtkeya welatên cîranên Iraqê tê lidarxistin

Tê payîn sibe li Bexdayê civîna lûtkeya welatên cîran pêkbê. Wê di civînê de biryar li ser dawîanîna dagirkeriya dewleta Tirk jî were dayîn.

Biryare sibe li paytexta Iraq Bexdayê, civîna lûtkeya welatên cîranê Iraqê pêkbê. Ji bo vê jî Iraq bi awayek fermî Tirkiye, Kuwêt, Îran, Siudî û Urdûnê vexwendiye civînê.

Lê tê payîn Fransa û Misir jî tevlî civînê bibe. Li gorî agahiyên endamek Lijneya Asayîş û parastinê yê Parlamentoya Iraqê dayî ajansa me, wê di civînê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûr were kirin. Heman çavkaniyê ragihand ku wê biryar li ser dawîanîna derbazkirina sînor ya ji aliyê dewleta Tirk ve jî were dayîn.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button