‘YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin’

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de xweragirtin û berxwendana xelkê me li Şengalê silav kir

PYD`ê piştgiriya xwe ji xelkê me re nîşan da û bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna zextê û gefan zimanê diyalogê bi kar û bîne got “Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên YBŞ`ê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin.” PYD her wiha got “modela Rêveberiya Xweser a Şengalê, kilîta çareseriya hemû dozên li Iraqê ye, ji ber ku modeleke demokratîk û alternatîf e.”
PYD`ê di destpêka daxuyaniya xwe de berxwedana gelê me ya li hemberî kiryarên ne demokratîk ên hikumeta Iraqê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê silav kir û anî ser ziman ku xelkê me yên li Şengalê bi dehan caran rastî qirkirina komî hat, ji ber ku ne xwedî hêzeke parastinê bûn. PYD wiha pêde çû: “Komkujiyên ku DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de li dijî xelkê Şengalê pêk anîne, mînaka herî berbiçav a vê rastiyê ne.”
PYD`ê wiha da zanîn: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên YBŞ`ê îradeya gelê me yê Şengalê temsîl dikin. Di heman demê de nedubarekirina komjiyên nû li dijî gel misoger dikin. Ew beşekî saziya parastinê ya Iraqê ne û ew yek ne li dijî destûra Iraqê ye.”
PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna zextê û gefan zimanê diyalogê bi kar bîne û taybetmendiya vê herêmê li ber çavan bigire û wiha hate gotin: “Em tekez dikin ku em bi îradeya gelê xwe yê Şengalê re ne. Ji ber ku doza xweparastinê mafekî rewa ye û bêyî wê nabe.”

Show More
Back to top button