Rewşenbîran serdana Konê Berxwedanê kirin

Şandeya ku ji rewşenbîr, nivîskar û parazvanên mafê mirov ên Başûr pêktê, piştî ku li gel Rêveberiya Xweser a Şengalê civiyan, serdana Konê Berxwedanê yê li Şengalê jî kirin

Şandeya rewşenbîr, nivîskar û parazvanên mafên mirovan ku îro serê sibehê ji bajarê Silêmaniyê berê xwe dabûn Şengalê, piştî ku li gel rêveber û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê civiyan, berê xwe dan Konê Berxwedanê ku ev 125 roje li pêşiya Asayîşa Êzidxanê çalakî lê berdewam dike.

Piştî şande gihişt ber kon, li vê derê ji aliyê çalakvanan ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê şandeyê Dr. Hekîm axaftinek kir, piştgiriya şandeyê ji bo xelkê Şengalê nîşanda û got, çalakiya xelkê Şengalê mafdare û wê serkeftin a gelê Şengalê be.

Li ser navê Asayîşa Êzidxanê jî Xalid Şengalî xêrhatina şandeyê kir û ji bo serdana wan sipasiyên xwe anî ziman.

Tê payîn ku şande wê êvarê jî di çarçoveya pîrozbahiyên Çarşema Serê Nîsanê de serdana Goristana Şehîdan bikin û li wir mûm li ser gorên şehîdan pêxin.

 

Show More
Back to top button