Li jineke DAÎŞ’î ya ku keça Êzidî birçî hişt û qetil kir, 10 sal ceza hate birîn

Dadgeheke li bajarê Munchenê yê Elmanyayê, 10 sal cezayê girtîgehê li jineke DAÎŞ'î ya bi navê Jennifer Wenisch birî, ku bi birçîhiştin û qetilkirina zarokeke Êzidî tê sûcdarkirin.

Jennifer Wenisch a 30 salî ya Elman, ji ber sûcên kuştinê û sûcê şer tê darizandin. Di yek ji dozên têkildarî sûcê şer ê li hemberî Êzidiyan de hate xwestin ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Jennifer Wenisch bê birîn.

Jennifer Wenisch di rûniştinên dozê de ku Nîsana 2019’an dest pê kirin, gotibû “Ji bo tevlî xwişk û birayên xwe bibe” çûye Iraqê. Jin a DAÎŞ’ê li Iraqê bi mehan tevlî dewriyeyan bû û li Fellûce û Mûsilê cihê xwe di nava ‘polîsê exlaqê’ de girt.

Di havîna 2015’an de tevî hevserê wê yê wê demê Taha El Jûmaîlly, ji nava jin û zarokên keç ên Êzidî yên hatin revandin zarokek û dayika wê ‘kirîn’ û weke kole bi kar anîn.

Zaroka keç a ku kiryarên gelekî xerab lê dihate kirin, ji aliyê mêr ê DAÎŞ’î ve hate cezakirin û di bin germa 50 dereceyî de bi paceya derve ya malê ve hate girêdan. Zaroka keç ji tîna jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Nûra T. jî weke kole hîn bêhtir dan xebitandin.

Dadgehê Jennifer Wenisch sûcdar kir ku dest li vê hovîtiyê werneda. Dayik Nûra T. a ku şahida sereke ya dozê ye, beriya niha di doza Taha El Jûmaîlly de jî axivî bû. El Jûmaîlly niha li Frankfûrtê di dozekê de tê darizandin.

ANF-MUNCHEN

Show More
Back to top button