Wê Tevgera Sedir tevlî hilbijartinê bibe

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sadir diyar kir ku wê tevlî hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê bibe û banga tevlîbûna berfireh li alîgirê xwe kir.

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sadir îro bi peyamekê boykota hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê ku wê 10’ê Cotmehê de pêk were kişand û diyar kir ku wê tevlî hilbijartinê bibin.

Sadir spasiya Serokwezîrê Iraqê kir û got ku sozên ji bo reformê li gel diyar in.

Rêberê Tevgera Sedir Mûqteda Sadir bang li alîgirên xwe kir ku ji bo reformê bi awayek berfireh tevlî hilbijartinê bibin.

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button