Li Şengalê 4’ê Nîsanê bi coş hat pîrozkirin 

Bi pêşngiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Geliyê Kersê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de banga bilindkirina tekoşînê ji bo Azadiya Ocalan hate kirin.

Bi dirûşmeya “Dem dema Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo ye” li Baxçê Serok Apo ê li Geliyê Kersê ê çiyayê Şengalê, bi Pêşngiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi şahiyeka girseyî hate pîrozkirin.

Qada şahiyê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên kesk û sor zer hatibû xemilandin. Her wiha şêniyan jî bi cil û bergên xwe yên resen ve di pîrozbahiyê de cih girtin.

Şahiyê bi deqeyekî rêzdarî ji bo şehîdan destpê kir. Piştre jî berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Sebîha Sebrî axivî.

Sebîha Sebrî 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û hemû mirovahiyê pîroz kir û got: “Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojbûna rojekî nû û azad li ser rûyê dinyayê ye. Rêber Apo ji bo me rizgaarî ye. Şervanên Rêber Apo em ji fermanê rizgarkirin û rojekî nu ji me re anîn. Bi taybet jî weke jinên Êzidî me fêrî azadiyê û tekoşînê bûn.”

Sebîha Sebrî bal kişand li ser dîwarê ku hikumeta Iraqê di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de çêdike kir û wiha pêde çû: “Ev dîwar fermanekî dine li ser civaka me. Em tu car qebûl nakin. Bila her kesî jî bizane ku civaka ku fikir û ramana Rêber Apo naskirye tu car gav paşde navêje û serî jî natewîne. Em dubara rojbûna Rêber Apo li hemû mirovan pîroz dikin.”

Piştre bername dom kir. Şervanên YJŞ û YBŞ’ê ve koma Şehîd Hecî derketin ser dikê û govend gerandin. Her wiha koma şehîd Amargî jî stranan pêşkêşkirin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button