PYD: Divê gelê me yê Êzidî vegere Şengalê

PYD`ê, şehîdên komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an ya Êzidiyên Şengalê bibîr anîn û bang li civata Êzidî kir ku li warên xwe vegere, ji nû ve herêmên xwe ava bikin û pêş bixin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvegera 9`an ya Komkujiya Şengalê de ku çeteyên DAIŞ`ê 3`yê Tebaxa 2014`an pêk aniye, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijminê gelê Kurd fêm kirin ku Şengal dîrok û rastiya çandî, bawerî û berxwedana gelê Kurde ji ber wê êrişê wê kirin û hate gotin: “Divê em bizanin ku ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê sala 2014`an planek ji bo qirkirina Kurdan amade kir û di wê çarçoveyê de, êriş Şengalê kirin û ber bi herêmên Kurdistanê ve fireh bûn heta gihiştin Kobanê lê bi bin ketin.

Di salvegera fermana Êzidî de em dibêjin ku komployên li dijî gelê me yê Êzidî berdewamin. Ji bo wê divê em li xwe vegerin, dijmin nas bike û li rêbazên berxwedanê û xurtkirina destkeftiyên şehîdan bigerin.

Em bejna xwe li ber şehîdên Şengalê û şehîdên azadiya gelê Kurd ditewînin. Soz didin wan ku dev ji pêkaîna azadiya gelê Kurd, rûmet û mafên wî bernadin.

Em bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku li warên xwe vegerin, herêmên êzidî û cihên xwe yên pîroz ji nû ve ava bikin û pêş bixin. Em bang li hêzên demokratîk û rêxistinên mirovî dikin ku piştgiriya gelê me yê Êzidî bikin û êşa hatiye serê wan bi jenosîd binirxînin. Li hember gefên li dijî êzidiyan bisekinin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button