Plana PDK’ê li Şengalê eşkere bû

Li Şengalê PDK'ê dixwaze berxwedana gel a li dijî artêşa Iraqê berovajî bike û armanca sereke ya çalakgeran biguhere. Bi vê armancê gelek kesên girêdayê PDK’ê ku beşek ji wan pêşmerge ne, di nav çalakiyan de hatine bicihkirin da ku berê çalakgeran bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê.

Ji dema êrişa artêşa Iraqê ku bi hejmareke mezin tank û topên xwe li nava bajaran bicihkirin, civak êzidî bi taybet li nahiya Sinûnê dest bi çalakiyan kirin û xwestin çekên giran ji nav gund û bajaran bên derxistin û dawî li şer bê. PDK ku her dem dijminatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê dike, di nava dek û dolaban de ye û dixwaze armanca çalakiyên gel berovajî bike. Li ser vî esasî, Berpirsê Leqa 17 ya PDK’ê Aştî Koçer bi rêya telefonê ji serok eşîrên nêzî PDK’ê xwestiye ku gel li dijî hêzên Asayîşa Êzdîxanê rakin. PDK’ê hejmarek kesên xwe di nava van çalakiyan de bi cih kirine û dixwazin di nava çalakiyan de tevliheviyê derxin.

Bi taybetî di dema şopandina çalakiyên ciwanan ên li nahiya Sinûnê, Borik û Duhola de dîmenên çend kesan derketiye ku ser bi PDK’ê ne û hewl didin aloziyan derxin.

Bi navê çalakvanên medenî beşdarîçalakiyan dibin

Jina ciwan a bi navê Samiya Simoqî, li Grûpa Hêvî ku li kampên Başûrê Kurdistanê bi navê alîkariya malbatên Êzidî yên koçber kar dike. Samiya di roja destpêkê de ku gel bi propagandaya reş a PDK’ê ji Şengalê koç dikir,  bangawazî dikir ku hemû êzidî berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û ew ê alîkariya wan bikin. Grûpa Hêvî ser bi PDK’ê ye. Samiya jî bi navê çalakvana medenî tevlî çalakiyên Sinûnê û Dugurê dibe û hewl dide çalakiyên medenî li gor plana PDK’ê araste bike.

Li ser torên civakî dijberiya Rêveberiya Xweser

Yek ji kesên ku ji aliye PDK’ê ve hatiye erkdarkirin Şazad Saleh e ku ji navenda Şengalê ye. Ev kes jî bi taybet li ser medya dijital û torên civakî, li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê kar dike. Ev kes jî cihê xwe di nava çalakiya li nahiya Sinûnê de digire.

Şemo Îdo berpirsê pêşmergeyan ê ser bi Fermandariya Pêşmergeyên Şengalê ve ku li Mizargeha Şerefedîn dimîne, dîmenê kurê wî jî hatiye kişandin dema beşdarî çalakiya li komalgeha Borikê bûye.

Dixwazin berê gel bidin hêzên parastinê yên Şengalê

Şêx Emar Ecac ku serokeşîrek li Guhbel e, birayê wî yê bi navê Nasir Paşa Fermandarê Pêşmergeyên PDK’ê ye û di civînekê de xwestiye gel li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê , şervanên YBŞ-YJŞ’ê rabe. Her wiha ew bi xwe jî beşdarî çalakiya li Sinûnê bûye û armanca çalakiyê bi şêwazekî nerast derxistiye pêş.

Ebû Mîto ku pêşengtî ji çalakiya li komalgeha Duhola re dike, bi xwe di nava artêşa Iraqê de cih digire û ji aliyê Heyder Şeşo ve destek jê re tê dayîn ku li dijî Rêveberiya Xweser û sazî û dezgehên wê çalakiyan bike.

 

Piraniya van kesan pêşmergeyên PDK’ê ne

Ciwanê bi navê Mirad ku li Fermandariya Pêşmergeyan a Şengalê pêşmerge ye, ev 4 roj in li Sinûnê dimîne û cihê xwe di çalakiyan de digire.

Li Komalgeha Borikê jî, ji aliyê Pêşmergeyên bi navê Şehwan Ecac, Îmad Birxuş û Welîd Dinayî ve çalakî hatine lidarxistin.

Li ser van tevliheviyan û guhartina armaca çalakiya li nahiya Sinûnê, duh koma Tevgera Ciwanan ku pêşengtî ji çalakiyên esasî re dike bi daxuyanîyekê da diyarkirin ku tu elaqeya wan bi çalakiyên din re nîne ji bilî çalakiya li Dewreya Mam Zekî ya li nahiya Sinûnê.

ANHA

Show More
Back to top button