Konê Rumetê roja 69’an de didome

Berxwedana xelkê me ya bi armanca statûya şengalê dayîna qebûl kirin û li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û heman demî ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê ye 69 roj li pey xwe hişt.

Welatiyên me li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane û çalakiya xwe bi biryardariyek mezin didomîne.  Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 69’yan de ji aliyê meclîs û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Heya niha gelek caran xelkê me daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirîbûn, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê me diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Endama Meclîsa Jinan a Dîgorê Rîhan Şengalî ji ku ji cihê çalakiyê ji rojnews re axivîye balkêşa ser komploya 15’ê Sibat û tecrîda li ser Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan û wiha pêde çu; “Em di serî de vê komployê bi tundî şermezar dikin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dewam dike, em ji vê rewşê bi fikarin. Tecrîd û êrişên ser Şengalê bihev ve girêdayîne. Ji ber ku em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ji qirkirinan rizgar bûn, heman demê de hemberî qirkirinan me xwe rêxistin kir. Emê heya dawî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin û ji bo xweseriya Şengalê emê li ber xwe bidin.”

Show More
Back to top button