Di êrîşa Şengalê de 2 şehîd û birîndarek hene
Di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li navenda Şengalê de 2 kes şehîd bûn, yek jî birîndar bû. Şehîd û birîndar veguhestin Nexweşxaneya Şengalê. Şêniyên navçeyê jî berê xwe dan nexweşxaneyê.
https://www.youtube.com/watch?v=D_afpM-yFE0
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 12.00’an li sûka sereke ya navenda Şengalê seyareyek bombebaran kir. Li gorî agahiyên ji herêmê, di bombebaranê de 2 kes şehîd bûn û yek jî birîndar bû.
Şehîd û birîndar veguhestin Nexweşaneya Şengalê.
Piştî bombebaranê welatiyên navçeyê, destpêkê hatin cihê bûyerê û nerazîbûn nîşan dan, piştre jî berê xwe dan nexweşxaneyê. Sekna gel a li pêşiya nexweşxaneyê didome.
ROJNEWS-ŞENGAL