Jinên Êzidî: Em ê bi her awayî axa xwe biparêzin

Piştî hevdîtinên di navbera Bexda, Hewlêr û Enqerê gefên li hemberî me û Şengala me jî zêdedir dibin. Her wiha di 9'ê cotmeha 2020'an de jî hevpeymanek beyî vîna xelkê me, li dijî hebûna sazî û xwe rêxistinkirina xelkê me hatibû îmzekirin. Nerazîbûna xelkê me li dijî wê yekê her roj zêdetir dibe.

Heya niha bi gelek daxwuyanî, çalakî ev bertek hatine ser ziman. Li ser vê mijarê Meyan Nasil û endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ji jinnews re axivîn û nêrînên xwe parvekirine.

Meyan Nasir diyar kir ku niha amadekariya êrişan dikin lê ew tûdem natirsin û tu carî jî bêdeng nabin. Endama TAJÊ Neam Bedel jî da zanîn dê li dijî her planên li hemberî Şengalê têkoşîna xwe bidomînin.

Meyan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gefên hikûmetan a li hemberî Şengalê wiha pêde çu; “Ez dayika şehîda me û dayika Şoreşê me. Ji her tiştî girîngtir tifaqbûna êzidiyan e. Dema tifaq pêk bê em dikarin li dijî her êrişê bisekinin. Ev demekê dewleta Tirk û hevkarên wî li hemberî Şengalê planan amade dikin. Hinceta wan diyar e. PKK’ê dikin hincet û dixwazin êrişê Şengalê bikin. Lê em wan hincetan qebûl nakin û em ji gef û êrişên wan natirsin.”

Meyan, da zanîn ku niha li Şengalê vînek heye û got: “Ew qas ferman hatin serê me, heta niha me serê xwe netewandiye û em natewînin jî. Em ji tu kesî netirsiyan û natirsin jî. Edî hêza me heye û em dikarin li hember hemû erîşan li ber xwe bidin. Vîna me û berxwedana me ji beriya fermanê mezintir e. Di dema fermanê de serî ranekirina me ne ji ber tirsê bû, ji ber ku di destê me de çek tune bû. Lê niha ne wisaye bi saya hevalan em hatin astekî. Niha em dikarin bi her awayî xwe biparêzin. Em tu care ji tehdîtên Erdogan natirsin. Bila nebejê ez e Şengaliyan bitirsînim. Bila baş bizane ku ax axa êzidiya ne û em ne yê beriya fermanê ne.”

Meyan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Axa Şengalê axa şehidên me ye. Çima dema fermanê kes xwe li Şengalê nebû xwedî. Divê dema fermanê de şagirtên Rêber Ocalan hatin hawara me. Wekî din cîhan bêdeng bû. Bi saya wan em hatin heta wê aste. Bila êdî cîhan bizane em xwedî bi hêz in û em rê nadin êrîşan. Emê axa xwe biparêzin. Dewleta Tirk tehdîdê dike hikûmeta Iraqê jî bêdeng e.”

Neam jî bal kişand ser nêzikatiya dewletên navneteweyî û wiha got: “Plan û gefên li ser Şengal û rojavaye Kurdistanê ne tene ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Ev tişt bi hevkariya dewletên navneteyî tên plankirin. Amerîka jî di nav van planan de ye. Lê Amerika nikare bi navê dewleta Tirk erîşê axa me bike. Her kesek dizanê ku PKK bi awayekê fermî ji Şengalê derket. PKK niha ne li vir e lê bir û bawerî, fikr û ramanên PKK’ê li vir e. Bi saya wan îro zarokên me axa me diparêzin. Lê niha PKK’ê dikin hincet û dixwazin êriş bikin.”

Neam, destnîşan kir ku piştî fermanê li vir gelek ked hat dayîn û wiha pêde çu; “Keda PKK’ê li vir gelek e. PKK zarokên me birêxistin kir û hêza Şengaliyan ava kir. Îro bi salane zarokên me axa xwe diparêz in. Dema PKK hat me ji DAÎŞ’ê rizgar bike gelo vê demê dewletên din li ku bûn? Em naxwazin kesekê din bê ser axa me. Îro hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê çima komkujiya gundê Koço napirsin? 104 cenaze me defin kir. Ev tişt ji ber xiyaneta hikûmeta Kurdistanê û Iraqê pêk hat. Em wê tiştî qebûl nakin.”

Neam, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila dewleta Tirk û hevkarên wî baş zanibin ku em tu carê ji gef û planên wan natirsin. Ême e her tim li ser piyan bin. Îro civaka me xwedî bi îrade û bi rexistin e. Em ê axa xwe biparêzin. Weke Êzidî emê her tim xwe biparêzin.”

ÇAVKANÎ; VİYAN SAÎD-NESRÎN HİSÊN-JİNNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button