Xelkê Şengalê: Gerîla parastina hemû mirovahiyê dike 

Xelkê Şengalê piştgiriya xwe ya ji bo gerîlayên azadiyê anîn ziman û gotin; “Divê kes nebêje, ev şer tenê liser gerîla tê kirin, ev şer li ser tevahiya gelên azadîxwaz tê meşandin. Gerîla parastina hemû mirovahiyê dike, lewma divê her kes piştgiriyê bide gerîla.”

Êrişên dewleta Tirk û PDK’ê yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hemberî dagirkeran jî roj bi roj mezin dibe û dewam dike. Roj bi roj piştgiriya ji bo berxwedana gerîlayên azadiyê mezin dibe. Xelkê Şengalê jî piştgirî dan berxwedana gerîlayan û derbarê êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dijmin re ji Rojnews re axivîn.

‘Bi saya gerîla em li Şengalê vegeriyan’

Destpêkê welatiyê bi navê Kutî Elî ê ji Şengalê da diyarkirin ku 74 ferman bi serê Êzidiyan de hatiye, her Êzidî ji ser xaka xwe koçber bûne û wiha pêde çû; “Lê di fermana 3 Tebaxê de cara yekeme ku Êzdiyan dest ji warên xwe bernedan û carek din vegeriyan Şengalê. Ev vegera me û berxwedaniya ku li Şengalê hate meşandin  bi saya gerîla bû.  Niha jî gerîla di nava şerekî giran dene û liber xwe didin. Ev berxwedanekî piroze, em berxwedana gerîla ku derbên giran li dijmin dide li rêber APO pîroz dikin.  Em jî wek gelê êzidî heya dawî piştevanê gerîlane û emê dest ji vê  piştgirtiya bi gerîla re bernedin.”

‘Şerê hebûn û nebûnê ye’

Jina ciwan a binavê Cîlan Şivan a ji komalgeha Dugurê jî behsa êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Kurdistanê kir û got; “Ev şerê hebûn û nebûnê ye jiber wê jî tevî ku dijmin hemî teknîna xweya pêşketî jî bikartîne û dixwaze derbê li gerîla bide, lê gerîlayên azadiyê bi îradeya xwe a bi hêz şerdikin û  wê biser bikevin. Dewleta Tirk a dagirker bi hovane êriş dike û ti mafek mirovan naparêze. Em wek ciwanên Êzidî xwe û gerîla  ji hev qut nabînin.”

‘Wê hesab bidin’

Ciwanê binavê Bahwer Êzdîxan jî got: “Ev plan ji bo tinekirina gelê meye, li Şengal, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin. Peyama me ji bo wan kesên alîkarî didin dijmin eve, bila baş bizanibin  ewê hesabê van karên xwe yên qirêj bidin. Em dizanin dijmin her dijmine, lê kesên dibin hevkar ewê bê bersiv nemînin. Emê wek ciwanên Şengalê ji bo  gerîlayên azadiyê hertim li ser piyan bin û emê heya serkeftinê çalakiyên xwe dewam bikin. Banga me ji ciwanên me yên Êzidî ewe ku êdî bêdeng nemînin û beşdarî nava berxwedaniya gerîla bibin.  Gerek tu kes nebêje ev şer tenê liser gerîla tê kirin. Ev şer li ser tevahiya gelên azadîxwaz tê meşandin.”

ROJNEWS-ÎBRAHIM ÊZDIN-ŞINGAL

Show More
Back to top button