‘Bila her kes dakeve qada’

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî gef û îhtîmala êrîşê ya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê banga xwedîderketina li Şengalê kir

TJK-E`yê bi daxuyaniyekê bang li Kurdistaniyan û hêzên demokratîk kir ku bila her kes li dijî gefên li ser Şengalê dakevin qadan.

TJK-E’yê fermanên beriya niha yên li ser civaka me pêkhatî, Fermana 72’an a bi destê DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê bi bîr xist, têkilî êrîşên niha yên li ser Şengalê jî wiha got, ”Êrîş niha bûye xwedî hêleke dî. Rêveberiya Xweser a Şengalê dibe hedef. Peymana ku mehên borî di navbeyna Bexda-Hewlêrê de hatî danîn lê di plana pişt û berfireh de dewleta Tirk jî di nav de ye, peymaneke ku hêzên navnetewî jî di nav de ne, bi vê çarçoweyê ye.”

TJK-E’yê diyar kir Rêveberiya Xweser a Şengalê ku bi berdêlên mezin hatiye avakirin nayê dîtin, tê ferzkirin ku hêzên asayîşê dewrî Iraqê bikin û got, ”Ev ferzkirin rê li fermanên nû vedike, êrîşên nû yên dagirkirinê dipejirîne û bang li êrîşên nû yê dagirkirinê dike.”

TJK-E’yê bang li hikûmeta Iraqê, hêzên siyasî yên herêma Kurdistanê û hêzên navnetewî kir ku vîna Şengalê nas bikin, bersiv bidin banga diyalogê ya rêveberiya Şengalê.

TJK-E’yê her wiha got, ”Dema xwedîderketina li Şengalê ye. Di serî de jinên Kurd, gelê Kurd, em bang li raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan dikin ku li vîna Şengalê xwedî derkevin.”

ÇAVKANÎ: ANHA

Show More
Back to top button