KCÊ-E: Bi berxwedana Derwêş û Edûlên hemdem, Şengal hate rizgarkirin

KCÊ-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî 13’ê Mijdarê salvegera rizgarkirina Şengalê li tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCÊ-E’yê bi vî rengî ye:

“Di serî de 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ya 13’ê Mijdarê 2015’an li cangoriyan, civaka Êzidî û li tevahî gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikin.

Şengal, weke îro 13’ê Mijdarê 2015’an ji xweliya xwe ji nû ve ava bû û bi berxwedan û saya têkoşer û cangoriyan ji dest û dagirkeriya terorîstên DAIŞ a pirneteweyî hat rizgarkirin. Di vê rizgarkirinê de gelek berxwedêr û têkoşer bûne cangorî û her yek di vê dîroka bi xwîn û êş de navên xwe bi tîpên zêrîn nivîsîn.

DAIŞ û hevkarên wê yên weke dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wî yê herêmî PDK û komên eniya Sunî ya paşverû sûcekî dijmirovî pêk anîn ku li dijî gelê Êzidî û baweriya Êzdiyatiyê, qirkirin û ferman pêk anîn.

Bi Dewrêş û Edûlên hemdem, yên berxwedêr, ev ferman vala hat derxistin, ji ber ku van gernasan qehweya tahl ya di vê fincanê de vexwaribûn. Tevgera Azadiya Kurdistanê, PKK’ê çend siwariyên xwe şandibûn Şengalê, da ku pêşî li fermanê bigirin û heta ji destê wan hat, pêşiya fermana 74’an girtin. Beriya vê fermanê, Rêber Apo, bal dikişand ser rewşa Şengalê û civaka Êzidî ku hişyarî dida gelê Kurd, ji ber ku wî dengê postal û şûr û rimên vê fermanê dibihîst. Di encamê de Şengal ji eniya Sunî ya dagirker û paşverû û ji hevkarên herêmî hat rizgarkirin û paqijkirin.

Her Êzidiyek, Kurdê xwedî rûmet, derdorên demokrat û kesên mirovperwer berpisyar e ku Rêveberiya Xweser a Şengalê biparêzin û xurt bikin. Siberoja civaka Êzidî ya li vê cîhanê di parastina Rêveberiya Xweser a Şengalê û qebûlkirina Statuya Şengalê de derbas dibe.

Em carekdin 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ya 2015’an, li gelê Kurd û Kurdistanê û Êzidiyan pîroz dikin û em bejna xwe li ber cangoriyên gernas ên ku bûne stêrk û navên xwe bi tîpên zêrîn ji bo axa Şengalê û Êzidxanê nivîsîne, ditewînin. Rêya wan, rêya me ye, em ê felsefe, sekn û berxwedana wan, li Şengala xweser, hê bêhtir misoger bikin û bidin jiyîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button