Desteya Rêveber a Şengalê 8’ê Adarê pîroz kir

Desteya Rêveber a Şengalê bi peyamekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê û jinên Êzidî pîroz kir

Berfirehiya peyama Desteya Rêveber a Şengalê wiha ye: “

Di serî de em 8’ê Adarê Roja cîhanî ya jinên kedkar li tevahiya jinên cîhanê û taybet li jinên Êzidî pîroz dikin. Di dîroka civaka me ya Êzidî de herdem jinê ji bo rêvebirina civakê û xwedî derketina li çand, bîr û baweriya xwe pêşengtî kiriye.

Bi herikandina dîrokê re ku em wek Êzidî di gelek ferman û êrîşan re derbas bûne, di hemû berxwedaniyên Êzdiyan de jina Êzidî kariya bibe bersiva dijmin. Di baweriya Êzidiyan de jî herdem cihekî taybet ji bo jina Êzidî hatiya veqetandin û li ser pêşengiya di aliyê olî de jî rolekî herî giring lîstiye.

Dîroka berxwedêriya jina Êzidî ku ji Xatûna Fexra di aliyê olî de hatiya destpêkirin û bi berxwedaniya Zerîfa Osê pêş ketiye, heya roja em tê de dijîn û bi pêşengiya dayîkên me ku ev zêdetir ji sê mehane ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê di nava berxwedanê dene, karîne li hemberî hemû pilan û êrîşên li ser civak û sîstema ku Şengal niha xwe pê birêve dibe biparêzin dewam dike.

Ji ber berxwedêriya jina Êzidî di dîrokê de bi berdewamî ji aliyê dijmin ve jin hatiye hedef girtin û xwestine di şexsê jinê de civakê tine bikin. Ji van jî a herî berçav êrîşa çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê bû ku li sala 2014’an de li ser Şengalê pêk hat.

Ji bo jina Êzidî carek din rastî vê hovîtiyê neyê di her milî de xwe birêxistin kiriye û niha pêşengtiyê ji bo civakê dike. Piştî rêxistin bûna jina Êzidî gavên mezin ber bi xwerêvebirina civakê vê hatine avêtin.

Çawa di 3’yê Adara 20217’an dema çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj berê xwe dana Xanesorê, dayîkên me ji niyeta xwe ya paqij û bi şêwazekî aştiyane berê xwe dane ber çeperên çekdaran, ji bo şer çênebe, ev wê dide îspatkirn ku çiqasî jina Êzidî welatparêz û berxwedêre, di vir de Şehîd Nazê bû sembola berxwedêriya jnên Êzidî.

Di her dema ku dijmin xwestiye civak me bê îrade bike herdem berxwedaniya dayika me li pêş xwe dîtiya. Taybet di dema ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êrîş li ser ser Şengalê bi balefirna dihatin kirin û di dema Iraq û PDK’ê dixwest di bin navê peymanê de gelê me bê îrede bikin, di saetên nîva şevê de dayîkên me rabûn ser xwe. Di nava sîstema xweseriya demokratîk a Şengalê de jî ji bo civakek wek hev yeksan bê avakirin di nava rêveberiya tevahiya saziyên me de jin bi sîstema hevserokatiyê cihê xwe digire û bi vê sîstemê em karin serkeftin û hêza jinê nîşanî cîhanê bidin

Di dawiyê de, em bi boneya 8’ê Adarê berxwedêriya jinên Êzidî silav dikin, saziyên ku bûne pêşeng û jina Êzidî di bin sîwana wê de xwe gihandine vê astî ji wan jî Tevgara Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), sîwana Meclisa Jinên Êzidî û tevahiya saziyên jinan birêzdarî silav dikin û 8’ê Adarê li wan pîroz dikin.”

Show More
Back to top button