‘Ger Iraq û Hewlêr piştgirî neke, wiha bihêsanî gefan li Şengalê nake’

Midûrê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê ji rojnews re diyar ku  ger ku hikûmeta Iraqê û hikûmeta Hewlêrê piştgiriyê nede dewleta Tirkiyeyê, negengaze ku dewleta Tirkiyeyê wisa bi hêsanî ji bo êrişkirinê gefan li Şengalê bixwe

Midûrê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê ji rojnews re got; “Ger ku dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li ser herêma me hebe, wê berxwedana me jî bersiv bike.”

Têkildarî gefên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Şengalê Midûr Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê bal kişand ser piştgiriya dewletên zirhêz a ji bo dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk bi piştgiriya dewletên zirhêz, sînor nehiştiye û êrişî hemû cihekê dike. Çi dera bixwaze êrişî wê derê dike. Wek ku di herêmê de kez nemaye wisa tevdigerê. Vê hêza xwe jî piranî ji Neteweyên Yekbûyî digre. Neteweyên Yekbûyî jî, ji bo meslehetên xwe li hemberî êrişên dewleta Tirkiyeyê bêdeng dimîne.”

Çûkê destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku siyaseta xwe ya qirkirinê li her derê bimeşîne, li her cihekê êrişên xwe jî rawa nîşan dide û wiha domand; “Dîsa dewleta Tirkiyeyê ne tenê li ser Şengalê gefa dixwe, li ser destkeftiyên Rojava heta sînorê Iraqê jî gefan dixwe û dehdîtan dike.”

Çûkê da zanîn ku piştî Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Hûlûsî Akar hate Iraqê, li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî rûnişt û wek hat xwestin ji Kazimî piştgiriya nijadperestiyê û qirkirinê negirt, dest bi gefan kir û wiha pêde çû; “Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Hûlûsî Akar li gel komek rayederên xwe yên leşkerî serdana Bexdayê kirin û bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re rûniştin. Piştî ku wek dilê wan nekarîn encam bigrin, vêcarê ji bo ku dewleta Iraqê tehdît bike û bitirsîne, bi destê çetên xwe yên DAIŞ’ê teqîna Bexedayê kirin, di encamê vê teqînê de jî 37 kesên feqîr û jar jiyana xwe ji desdan. Ger ku siyaseta Iraqê û hikûmeta Herema Kurdistanê piştgiriyê nede dewleta Tirkiyeyê, ne teqeze dewleta Tirkiyeyê wisa bi rehetî bikare sînora derbas bike, her cihê dilê wî xwest bi balafirên xwe êriş bike. Bêdengiya dewletên zirhêz, destê nijadperestiya dewleta Tirk xurt dike.”

Midûrê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê got ku ger ku siyaseta dewleta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê piştgiriyê nede dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan, wê wisa bi asayî nekare gefan li ser Şengalê bixwe û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Divê gelê herêmê vê siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirkiyeyê qebûl nekin. Bi teqez divê helwestên hevpar dijî siyaseta nijadperestiya qirker a hikûmeta Erdogan bê girtin. Dewlata Tirk armanca wî ne tenê Şengal e, ji bo xweyalên bapîrên xwe Osmaniyan bi cih bîne, ji Rojava, Mûsil, Kerkûk û heta Başûrê Kurdistanê armanca dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ye.  Ger ku dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê li ser me berdewam bike, em ê jî ji bo hemû destkeftiyên xwe yên Şengalê bêdeng nemînin û em ê li ber xwe bidin.”

ÇAVKANÎ; LEYLA LORÎN/ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button