Ciwanên Êzidî şehîdên berxwedaniya Şengalê bibîranîn 

Bi boneya 8. salvegera rizgarkirina navenda Şengalê, ciwanên Êzidî serdana gorên şehîda kirin, şehîdên berxwedaniyê bibîranîn û berxwedaniya gerîla a li hemberî dewleta Tirk a dagirker silav kirin.

Duh bi şev bi boneya 8. salvegera rizgakirina navenda Şengalê ji aliyê gerîla û şervanan ve, Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê û Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê serdana goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan a  Şehîdên berxwedaniya Şengalê kirin. Ciwanan li ser gora mûm pêxistin û   tevahiya şehîdan bibîranîn.

Piştre ciwanan berê xwe dan baxçeyê Rêber Apo yê li Geliyê Kersê. Ciwanan agir pêxistin û bi bilndikirina alên HPG’ê û YJA STAR’ê govend gerandin.

Ciwanên beşdarî çalakiyê bûyîn diyakirin ku bi saya berxwedaniya şervan û gerîlayan ew vegeriyane ser axa xwe ku li Şengalê ji bo civaka Êzidî bi sedan şehîd hatine dayîn.

Ciwanê bi navê Nazim Nayif di destpêkê de berxwedaniya gerîla a li hemberî dewleta Tirk a dagirker silav kir û got: “Ev roj ji bo me wek cejnekê ye. Di vê rojê de hemû şehîdên ku li ber axa Şengalê de canê xwe dane em bi rêzdarî bi bîrtînin. Eger wê demê li Şengalê berxwedanî pêş neketiba meyê nekariba li ser axa xwe vegerin.”

Her wiha Fêsel Dexîl jî wiha hestên xwe anî ziman: “8 sal derbas bûne li ser rizgariya Şengalê re, em nihe li ser axa xwe azad jiyan dikin. Ji bo em bikarin li ser axa xwe vegerin û rê li ber  qirkirina Êzidiyan bê girtin ji her çar beşên Kurdistanê keç û xortan berê xwe dan Şengalê û canê xwe dan. Di vê rojê de em wan şehîdan bibîrtînin. Divê em wek ciwanên Êzidî li keda wan şehîdan xwedî derkevin û dest ji Şengalê bernedin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button