PDK’ê kurmê dara êzidiyan kedî dike

PDK'ê ku piştî şikestina hekûmeta Sedam Hisên heya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê serwer bû, ji bo civaka êzidî bibe xwedî îrade û karibe çand,ziman û axa xwe biparêze tu tiştek nekir. Ji şûna êzidiyan bike xwedî îrade, bi desthildariya xwe rê li ber bê îradebûna êzidyan digirt û ew ji çand, ax û zimanê wan dûr dikirin.

Çanda êzdiyan û jiyana wan a xewazî veguherand çandeke bi madiyetê ve girêda. Di serîde serok eşîr û oldarên êzidiyan bi xwe ve girêdan û ew ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî bikar anîn, ji şûna wan bike pêşengên civakê û êzidiyan li serdestê wan birve bibe.

Heya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku PDK’ê êzidî radestî DAIŞ’ê kirin. Êzidiyên ku hatibûne hilandin û bê îrade hiştibûn di di nava penceyên çeteyande hişt, her kesekî şahidiya vê îxaneta mezin kir.

Bi fermanê ku bi hezaran êzidî hatin qetilkirin,revandin û li bazaran hatine firotin herwiha bi sedhezaran koçber bûn, PDK’ê ji vê têr nebû. Liser êzidiyên ji ber hovîtiya çeteyan xwe spartina başûrê Kuridistanê li koçberiyê jiyan kirin siyaseta xweya beriya fermanê dewamkir û li dijî pergala rêveberiya xweser a Şengalê ku ji xweliya fermanê êzidiyan pêş xistibû derket. Ev pergal wek tinebûna xwe dît û dest bi pilanên qirêj kirin. Ji bo karibe bi hêztir êzidiyan ji derdora pergala xweseriya demikratk belav bike, destê xwe kire destê dijiminê dîrokê ê êzidiyan dewleta tirk a dagîrker.

Liser vî esasî di 3’ê Adara 2017’an de berê komek çeteyên xwe dan Bajarokê Xanesorê ê Şengal û bi hevkariya MİT a Tirk êrîş birin ser civaka Êzidî.

Liver êzidiyan bersivek dan PDK’ê ku ew tu cara jibîr nekin.

Piştî vê pilanê dek û dolabên wan ê liser Şengalê dewam kirin, dezgehê xwe ê Parastinê li nava êzidiyan de birêxstinkir, agahî liser cihên YBŞ û YJŞ’ê dan MİT’ê û di 24’ê Nîsana 2017’an de êrîşên bi balefiran liser Şengalê despêkir.

Di encama vê pêngava PDK û MİT ‘ê de hin kesên zeyif li derdora PDK’ê kûm bûn û bûna dijminê Koka xwe. Liser pêşengên êzidiyan agahî dan parastin û MİT’ê yekemîn rêîşa dijmin di sala 2018’an de li himberî Mamê Civaka Êzidî Zekî Şengalê pêk hat û di encamê de şehîd ket.

Gotinek heya dibêje ‘ Kurmê dare ne ji darêbe dar na rize’ PDK’ê jî dît ku ew nikare bi êrîşa li himber vîna êzidiyan biser bikeve, dest bi kedîkirina kurmê dara êzidyan kir.

Pilana PDK’ê li ser êzidiyên koçber

Êzidiyên li  nava kemên başûrê Kurdistanê neçar kirin bibin sîxur û dijminatiya koka xwe bikin, ciwan rêxistinkirin û şande Şengalê ji bo karê sîxurtiyê, Serok eşîrên koçber kirin Axa û liser ragihandinda zimanê wan ji bo xwe bikar anî.

Bi rêya rêxistinên alîkariya mirovî civak ji çanda wan dûrkirin. piştî dît ku bi vê jî biser neket xwest vê care di bin nave qanûnê de xwe car din li Şengalê bike serwer, bi Kazimî re peyîmana 9’ê Cotmehê îmzakir, dijayetiya xweya ji bo civakê dewam kir. Li himberî vê peyîmanê Êzidiyan liberxwe da û di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de êzidî biserketin.

Di dema hilbijartinên 2021’ê de di bin navê piropagindeya ji bo hilbijatina de pilan vekirina baregeha xweya a Leqa 17’ê ku cihê, girtin,revandin û îşkenceya ciwanên êzidyane li mizarehe Şerefedîn veke danîn . Lê gelê Êzidî zû bi vê pilanê hisiya û rê lver derbas bûna PDK’ê girt.

Bikaranîna oldar û serok eşîra ji bo berjewnediyên xwe

Di dema ku gelê êzidî nehişt PDK’ê derbasî Şengalê bibe, berpirsê Leqa 17’e a PDK’ê Aştî Koçer Derket ser ragihandina bi aşkere got ‘ bi her away em hatin wan lê me nikarî em derbasî Şenalê bibin, pêwîste em bi riya Meclisa Ruhanî, enku Babê Şêx û Mîrê êzdiyan, derbasî Şengalê bibin.

Piştî vê daxuyaniyê bi çend mehan li Mizargeha Şerefedîn civînek ji serok eşîr û kesên nêzî PDK’ê re di bin çavdêriya Aştî Koçer de ji bo tevliheviya li Şengalê derxin hate çêkirin û bi vî awayî pilan wan bi riya serok eşîr û oldarên êzidiyan kete meryetê.

Seredana Hazim Tehsîn Beg  ji bo Enqere

Piştî tekoşîna rêvberiya xwer û hêzên wê ê parastinê li himberî sîxurên PDK’ê û MİT’ê, nehe Hazim Tehsîn Beg ku ji aliyê PDK’ê ve wek mîrê êzidyan hatiya destnîşankirin, tê bikaranîn û li gor berjewendiyên PDK’ê heye nehe gelek hevdîtin bi aliyên ku dijayetiya êzidyan dikin re hevdîtin kirine.

Herî dawî di nava vê heftiyêderbas buy de dû cara PDK’ê Hazim Tehsîn Beg rêkirya Tirkiyeyê li gel Wezîrê Karê Derve ê wî welatî re hevdîtin kirine. Li gor agahiyên ji raya giştî re hatine parvekirin, di hevdîtina de behsa Pêkanîna Peyîmana 9’ê Cotmehê hatiya kirin,lê seredan Hazim ji bo Tirkiyê di vê demê de ku bê navber Balefirên Dewleta tirk liser Şengalê ne, cihê gumnên mezintire.

ROJNAME YA WELAT

Show More
Back to top button