Encamnameya Konferansa TAJÊ nefret weşandin

Encamnameya Konferansa TAJÊ ya jinan a Şengalê hate weşandin, di encamnameyê de hate gotin; "Biryara kongreya TAJÊ a 'Ji bo fikir û felsefa Rêber APO bê fêmkirin kar û xebat dimeşîne, êrişên li hember Rêber APO wek êrişên li hemberî xwe dest digre û helwest pêş dixîne' derket pêş. Pêşkêşiya Jineolojî weke zanista jinê di Konferansê de mijareke ku bal li ser hat kişandin bû."

Duh li Şengalê Konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî Re Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ bi pêşengtiya Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve û bi beşdariya 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên Êzidî û Ereb hate lidarxistin. Encamnameya konferansê hate weşandin.

Di konferansê de gelek peyam hatin dayîn û semîner hatin lidarxistin. Semîner wek 2 rûniştin û 6 mijarên taybet hatin dayîn. Semîner li ser mijarên ‘Despêkirina tekoşîna jin heta xwe gihandina zanista jinelojî’, ‘Şîroveya Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Rêxistinkirina jinên Êzidî’ hate dayîn. TAJÊ encamnameya konferansê weşand.

Encamnameya konferansê wiha ye:

“Me weke TAJÊ di 23’yê Nîsanê de bi beşdarbûna zêdetirî 350 delegeyan Konferansa xwe ya bi mijara ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ li dar xist. Mêvanên ji Bexda, Başûrê Kurdistanê û Almanyayê jî têde amade bûn. Mêvanên ku wê ji Rûsya û Rojava beşdarî Konferansa me bibûna ji aliyê Hukumeta Iraqê ve hatin astengkirin. Dîsa beşdarên ku xwestin tevlî Konferansa me bibin lê derfet nedîtin ku beşdar bibin; jinên Êzidî yên ji Ermenistanê, siyasetmedara Êzidî Feleknaz Ûca, ji Lubnanê ji Înîsiyatîfa Nû ya Azadî Ji Bo Öcalan parêzer Sosin Şoman, ji Rûsyayê jinên Êzidî û Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava bi dîmen beşdarbûna xwe pêk anîn. Endama Konseya Serokatî ya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî bi peyameke bi dîmen tevlî Konferansê bû û ji bo azadkirin û rêxistinkirina jinên Êzidî girîngiya fikir û felsefeya Rêber APO anî ziman. Di nav semînerên hatin dayîn de gelek peyamên girîng derketin pêş. Herî zêde jî bi fikir û felsefeya Rêber APO israra jina Êzidî di azadiyê de hat nîqaşkirin. Têkoşîna Rêber APO ya di azadkirina jinê de îro êdî di şexsê jinên Êzidî de jî encamên şênber digire.

Tolhilîna 74 fermanan

Di semînerêde nêrîn hatin dayîn. Mijarên herî balkêş jî di dîroka Êzidiyan de pêşengtî û qehremaniya jina Êzidî ya da ku çanda berxwedaniyê dayî avakirîn bû. Hate diyar kirin ku îro bi felsefeya Jin Jiyan Azadî îfadeya xwe dibîne û enceq jina Êzidî bi vê felsefeyê dîkare tola 74 fermanan hilîne.

Parastina cewherî

Di heman demê de mijara ku jinên Êzidî jî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO xwe berpirsiyar dibînin derket pêş. Dîsa biryardariya ji bo lidarxistina çalakiyên azadkirina fizîkî ya Rêber APO têkoşîn bide û kar û xebatan bimeşîne hat nîşandan. Biryara kongreya TAJÊ ya 2. a ‘Ji bo fikir û felsefa Rêber APO bê fêmkirin kar û xebat dimeşîne, êrîşên li hember Rêber APO wek êrîşen li hemberî xwe dest digre û helwest pêş dixînê’ derket pêş. Pêşkêşiya Jineolojî weke zanista jinê di Konferansê de mijareke ku bal li ser hat kişandin bû. Heman demê di Konferansê de jinan balkişandin li ser girîngiya rêxistin kirina jinên ciwan, parastina cewherî ya jin û destkeftiyên şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Tevlîbûna jinên Kurd, Ereb, Mesîhî û Êzidî ya Konferansê careke din nîşan da ku jin ji kîjan netew, ol û baweriyê bin jî dikarin di fikir û felsefeya Rêber APO de bigihîjin hevdû û têkoşîna azadiya jinê bidin meşandin. Jinên ku li derdora diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kom bûn dan diyarkirin ku wê li dijî her cure ne wekhevî, tundî, êrîş û desthilatdariyê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna azadiya jinê mezin bikin.”

NAVNEDA NÛÇEYAN-ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button