Asayîşa Êzidxanê: di Êrişê de rê hevalê me şerzad şemo Kasım şehîd bû

Asayîşa Êzidxanê derbarê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser navenda Şengalê a dijî hêzên Asayîşê daxuyaniyek da. Asayîşê ragihand êriş plansaziya dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê ye û di encamê de rê hevalê wan ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bûye.

Dewleta Tirk a dagirker li navenda Şengalê êrişekî hewayî pêk anî. Li gorî agahiyan balafira dewleta Tirk wesayîteke Asayîşa Êzîdxanê hedef girtiye û têgotin birîndar hene.

Derbarê êrişa hewayî de ya dijî wesayîta hêzên Asayîşa Êzidxanê de, Asayîşa Êzidxanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro di 11:30’î de li navenda Şengalê li dijî wesayîteke Asayîşa Êzidxanê êrîşek nefret kirin. Di vê êrişê de hevrêyê me, ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.

Derbarê ziraviyên vê êrîşê de em ê agahiyên berfireh bi gelê xwe re û raya giştî re parve bikin. Lê em dizanin ev êrîş plansaziya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ye, ku bi destê xayîn û xwefiroşan pêk hatiye.

Em di serî de ji malbata hevalê xwe Şerzad û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin ji bo parastina gelê me, ji bo parastina Êzidxanê çi bedel ji me were xwestin em ê bê dudilî vê bedelê bidin.

Em bang li gelê xwe û pêkhateyên Şengalê jî dikin ku li dijî van êrîşên qirkirinê xwedî biryar û helwesteke xurt bûn. Dijminên Ezdatiyê dixwazin fermana li ser civaka me dewam bikin. Em car din radigihînin ku Asayîşa Êzîdxanê parezvanê gelê xwe ye û em ê îradeya gelê xwe, îradeya Şengala xweser û azad teslîmî ti kesî nekin.”,

şengal

Show More
Back to top button