Li Şengalê meşa piştgiriya berxwedana gerîla

Xelkê me yê Şengalê bi pêşengiya jinan meşek dijî dagirkeriya dewleta Tirk lidar xist û berxwedana gerîla silav kir. Di meşê de bal hat kişandin ku wê berxwedana gel û gerîla serkeftinê bîne

Meşa ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hat organîzekirin, ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya bajaroka Xanesorê destpê kir. Di meşa ku heta navenda bajarokê dom kir de, wêneyên şehîdên berxwedana dijî dagirkeriyê û alên TAJÊ hatin vekirin, dirûşmeyên dijî dagirkeriyê hatin berzkirin.

Piştî meşê li ser navê TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî Seham Dexîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em weke Şengal û tevahiya Kurdistanê di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Di vê demê de dewleta Tirk û hevalbendên wê li Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên berfireh dane destpêkirin. Herî dawiyê careke din êrîşê Şengalê kirin. Ev êrîş hemû ji hev cuda nîn in û bi heman armancê tên kirin.

Berxwedan û yekîtiya me dê çarenûsa me diyar bike, emê bi berxwedaniya xwe ji êrîşan re bibin bersiv û xaka xwe biparêzin. Em dest ji mafê xwe yê azadiyê bernadin. Em wekî gelê Êzidî berxwedana gerîla silav dikin. Em hêza xwe ji berxwedana gerîla digirin, emê bi berxwedana gel û gerîla bigihîjin serkeftinê. Serkeftina gerîla mîsogeriya parastina Kurdistan û destkeftiyan e.

Em bang li ciwan, jinan û tevahiya gelê xwe dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin û dijî dagirkeriyê welat biparêzin. Dem dema xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiyê ye.”

Piştî daxuyaniyê di navbera leşkerên artêşa Iraqê û ciwanan de alozî derket û leşkeran ciwanek girt.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button