Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca, îdîaya li Şengalê eskerên bi Tirkî diaxivin hene bir rojeva Meclîsa Tirk û ev pirs kir: “Ger ev îdîa rast be, wê demê çi karê eskerên Tirk di nava artêşa Iraqê de û li Şengalê hene?”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, pêşketinên li Şengalê rû didin û hewldanên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê bir rojeva Meclîsê û pêşniyazpirs da Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar.

Ûca di pêşniyazpirsa da de wiha got: “Di encama lihevkirina Hewlêr û Bexdayê de, artêşa Iraqê di 20’ê Nîsanê de, xwest bikeve gundê Gir Zerik ê Şengalê. Li ser hesabên medya civakî hat îdîakirin ku di nava artêşa Iraqê de eskerên bi Tirkî axivîne hene. Gelê Şengalê hêzên artêşa Iraqê asteng kirine û li ser rêya gund dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Çalakiya gel dewam dike. Jinên Şengalê yên hewl didin artêşa Iraqê bidin rawestandin, diyar kirin ku di nava artêşê de eskerên bi Tirkî diaxin hene.”

Ûca, ji bo ku Akar bi bersivîne ev pirs pirsîn:

* Gelo raste ku di nava artêşa ku dixwaze bike Şengalê de eskerên bi Tirkî axivîne hene?

* Ger ev îdaî rast be, wê demê çi karê eskerên Tirk di nava artêşa Iraqê de û li Şengalê hene?”

ÇAVKANÎ: AJANSA MEZOPOTAMYA

Show More
Back to top button