TAJÊ encamnameya 2’emîn Kongreya xwe ragihand

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya di 13'ê Mijdarê de duyemîn kongreya xwe lidar xist, encamnameyek kongreyê ragihand.

Şengal – 2. Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi ruhê rizgarkirina Şengalê di 13 Mijdarê de û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dirûşmeya ‘Emê xwe ji fermanê biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin’ 2’yemîn Kongreya xwe lidarxist. TAJÊ encamnameya kongreya xwe ragihand.

Encamnameya 2. KongreyaTAJÊ wiha ye:

“Ji ber ku destûr nehat dayîn ku delegeyên ji derveyî Şengalê tevlî kongreyê bibin, bikevin Şengalê, ji ber vê yekê ev delege nekarîn beşdarî Kongreyê bibin. Ji ber ku kongre di roja rizgarkirina Şengalê ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê de hate lidarxistin, diyarî gerîlayên azadiyê, şehîdên Şengalê yên ku di rizgarkirina Şengalê de rolek aktîf lîstin û îro li hemberî êrişên çekên kimyawî yên ku dewleta Tirk bi hevkariya KDP bikartînin berxwedaniyek mezin nîşan didin, hate kirin.

Kongre di dema êrişên dijwar ên keşfê û êrişên dewleta Tirk de pêk hat û li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê bi îradeyeke rêxistinbûyî û berdewam hate lidarxistin. Jinên Êzidî di kongreyê de silav û heskirinên xwe ji Rêber APO re şandin û tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO weke tecrîda li ser jinên Êzidî tê meşandin nirxandin. Di vê çarçoveyê de soza xwe nû kirin û hate diyarkirin ku heta tecrîda li ser Rêber Apo ranebe û azadiya fizîki ya Rêber Apo bidest nexin wê bênavber tebikoşîn û rêxistinbûna xwe ya esasî mezin bikin.

Di nîqaşên rojeva siyasî ya kongreyê de, êrişên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê yên li dijî Şengalê û armanca van êrişan bi berfirehî hatin nirxandin. Hate diyarkirin ku armanca van êrîşan derxistina Êzidiyan ji Şengalê û koçberkirina Êzidiyan e û weke jinên Êzidî biryardariya wan a li hemberî vê yekê rawestin û ji bo pûçkirina van polîtîkayan hemû jinan bi rêxistin bikin derketiye holê. Dîsa di şexsê Jîna Emînî de têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna xwe ya azadî û berxwedanê didomînin, hat silavkirin. Di kongreyê de sînevîzyona Endama Konseya Hevserokatiya Giştî Sozdar Avesta hat temaşekirin û peyama KJK’ê hat xwendin. Perspektîfa tevgera azadiya jinên Êzidî ku rêxistinbûna xwe berfireh bike û bi şîara “Li Şengalê yek jin bê rêxistin nemîne” tevbigere derketiye pêş.

Di kongreyê de rewşa jinên Êzidî jî hate nirxandin. Li ser pirsgirêkên civakî, rêxistinî, bîrdozî, siyasî û aborî yên jinên Êzidî nîqaş hatin kirin, tevî hemû zehmetiyan jî, piştî fermanê di nava 8 salan de weke jinên Êzidî kedeke mezin dan. Li dijî hemû nêzîkatî û pêkanînên ku ferz dikin statûya Şengalê bizivîrinin  beriya fermanê, helwest hate girtin, tevlî hemû çalakiyên ku hatine organîzekirin bûye û pêşengtî kir. Weke jinên Êzidî di heman demê de xwedî îradeya xweparastin û rêxistinbûnê ne. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi birêxistinkirina xwe di komîn, meclîs û hemû qadên jiyanê de bûye nasnameya jinên Êzidî. Bi bawerî û hêza xwe ya pêşengtiyê hemû jinên Êzidî hembêz dike. Her wiha di pêşxistina hevkarî û rêxistinbûna jinên ji neteweyên cuda yên li Şengalê hêza pêşeng e. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin dike, di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, li dijî pirjinî, zewaca di temenê biçûk de, next, komkujiyên jinan û xwekuştinê de pêwîstiya bilindkirin û xurtkirina têkoşînê derxist holê.

Hate diyarkirin ku pirsgirêkên civakî û nêzîkatiyên zayendperest ên li hemberî jinan di her qadê de yek in û ji bo têkoşînê bi awayekî radîkal, xurtkirina rêxistinbûnê, giranî ji xebatên bîrdozî, bi konferans, semîner, komxebat û xebatên akademiyê re pêwîst e. Ji bo hevjiyana azad bi qasî jin tên perwerdekirin, divê mêr jî werin perwerdekirin. Biryar hate girtin ku di vê mijarê de dewereyên perwerdê yên mêran bên vekirin.

Di kongreyê de biryardariya berdewamkirina têkoşînê ya ji bo qebûlkirina sîstema Xweseriya Demokratîk ya Şengalê hate nîşandan.

Dema ku êrişên di bin pêşengiya DAIŞ’ê de weke jinkujî û qirkirin tê qebûlkirin, di qada navneteweyî de jî weke komkujî û qirkirina jinan tê qebûlkirin, dîsa dewleta Tirk û PDK’ê ji ber êrîşên xwe yên hem di pêvajoya DAIŞ’ê de û hem jî di pêvajoya piştî DAIŞ’ê ku di pêvajoya avakirina Xweseriya Demokratîk de pêkanîne di dadgehên navneteweyî de weke sûcdarên şer bên darizandin û cezakirin xebatên xwe yên dîplomatîk û hiqûqî bi pêş bixe û tola fermanê hilîne. Di kongreyê de biryar hate girtin ku encamnameya TAJÊ were erêkirin, bi girtina biryaran û guhertina alê hat dayîn, meclisa ku hat avakirin soza xwe dan.

Kongre bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.”

Biryarên ku di çarçoveya hemleya “Dem dema azadkirina jin û civakê ye” de hatine girtin:

-Ji bo fikir û felsefa Rêber APO bê fêmkirin kar û xebat dimeşîne, êrîşên li hember Rêber APO wek êrîşen li hemberî xwe dest digre û helwest pêşdixîne. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber  APO pêk were  têkoşîn û xebatên xwe pêşdixe.

-Hevalên ku di rizgarkirina Şengalê de pêşengtî û têkoşîn kirine û şehit ketin di şexsê heval Şîlan Goyî Nujin Koçer, Amargî, Faraşîn de weke sembola xwedî derketina girêdana bi çenda kevnar re hatine destnîşankirin. Heval Egîd, heval Seîd, heval Dijwar û heval Azad weke sembola di têkoşîna azadiyê de rêhevaltiya rast bi jinê re tê kirine hatine destnişankirin.

-Ji bo avakirina pergala civaka demokratîk, rêxistinkirina komînan û xurtkirina meclisên qadê kar û xebat werin meşandin.

-Ji guhurtin û veguhrandina zihniyeta mêr ya desalatdar, TAJÊ wê dewrên perwerdê yên mêran bi rêxistin dike.

-Li hember zewaca pirjinî, di temenê biçûk de zewicandîn, zewaca li derveyi îradeya jinê, têkoşîn hin zêdetir werin pêşxistin.

-Di dîroka civaka Ezîdî de jinên pêşeng wek  Zarîfe Ose, Dayê Zero, Meyan Xatun, Sîtya Nîsra, Stîya Ez, Stîya Neqşa û her wekî din, li ser wan lêkolîn bêne çêkirin, bi rîya hûner, çapemenî, civîn, perwerde bêne rojevkirin. Di dawî de ev xebat bibin pirtûk û bêne çapkirin.

-Kesên ku di qirkirina gelên Ezîdî de, esîr girtin û firotina jînên Ezîdî de cih girtine yan jî destê wan tê de heye, li hember wan tekoşîn bê bilindkirin. Ji bo ku bêne dadgehkirin hem li herêmê hem jî di navnetewî de bingehên ku dadgehkirina wan bê çêkirin bi awayek domdar xebat bên şopandin û xurtkirin.

-Fermana 74’ an di navnetewî de ji bo weke jenosîd were qebûlkirin têkoşîn were meşandin.

-Hemû serlêdan û daxuyaniyên ku ji bo DAIŞ bê dadgehkirin,  piştgirî bê dayîn û ji bo ku di wan cihan de jî bi rengekê domdar tevlîbûn çêbibe, di biryara li hember DAIŞ’de nêrîna jina Êzîdî hebe xebat bên meşandin.

-Çîrokên jinên ku ji destê çeteyên DAIŞ hatine rizgarkirin bên nivîsandin, li gorî îmkanan ev pirtûk wergêrê zimanê nbîyanî jî bê çêkirin.

-Xebat û komîta aborîya jinan bê xurtkirin. Li her cihên ku jinên Ezidî lê heye rêxistînên aborî bên pêşxistin. Hedef ew be ku jin, debara xwe bi xwe bikin. Ne mihtacî tu kesî bin.

-Jinên ji destê çeteyên DAIŞÊ tên rizgakirin û radestî malbatê bê kirin, li hember siyaseta esîra derxistina derveyî welat û Şengal valekirinê, têkoşîn bê pêşxistin. Jinên esîr ji bo ku li Şengalê ser axa xwe bimînin û jiyaneke bi ewle, azad û demokratîk jiyan bikin bingeh bê amadekirin.

-Rêxistinên jinên ciwanên êzîdî, xwe gehandina tevahî jinên ciwan ên Ezîdî hedef dike. Jinên ciwan perwerde dike, rêxistin dike ji bo îrada jinên ciwan pêşbikeve xebatên xwe di aliyê siyasî, civakî, parastin, perwerde, çand û werzîşî de kûr dike.”

ROJNEWS-ŞINGAL

 

Show More
Back to top button