‘Iraq û PDK zextê li ser Êzîdiyan dikin’

Navenda Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) daxwuyaniyek da û got, ''Civaka Êzîdî ku ji êrîşên qirker ên DAÎŞ'ê xilas bûne, niha jî di bin zext û zordariya Iraq û PDK'ê de ne”

Navenda Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) di daxwuyaniya xwe ya têkilî zext û zordariyên PDK-Bexdayê-TC’ê ya li ser Şengalê de wiha got: ”Hikûmeta Iraqê li ser daxwaza dewleta tirk û DYE’yê gelê Êzîdî tine dihesibînin û bêyî ku Êzîdiyan tevlê bikin, bi PDK’ê re 9’ê Cotmeha 2020’an derheqê Şengalê peymanek danîn. Armanca esasî ya vê peymanê ew e ku pergala xwerêveberiyê ya ku piştî Fermana 74’an hatî avakirin birûxîne û Şengalê dîsa bîne statûya beriya 3’yê Tebaxa 2014’an.”

Bi berdewamî hate gotin ,”PDK û hikûmeta navendî ya Iraqê Êzîdî ji êrîşên DAÎŞ’ê neparastin, ew bê berevanî hiştin û hê jî ji civaka Êzîdî lêborîn nehatiye xwestin. Vê carê jî bi vê peymanê dixwazin vî sûcê mirovahiyê tine bihesibînin, ser bigirin û berpiryariya xwe ya di qirkirinê de bincil bikin. ”

REPAK’ê bal kişande ser rola Tirkiyê ya di van êrîşan de a li ser Şengalê û got, ”Tirkiye dibêje heke hikûmeta Iraqê û PDK’ê xwerêveberiya Êzîdî û xweparastinê ya li Şengalê nefeşkilînin ew bixwe wê ‘ya hewce bike’ û her roj aşkere êrîşan tîne û gefan dixwe ku operasyonê bike. Artêşa Tirk ku van salên dawî gelek êrîşên hewayî aniye ser Şengalê, niha jî bi balafirên keşfê dixwaze hedefên nû diyar bike da ku êrîşê bibe ser. Ji vî alî ve TC lê digere ku qirkirina Êzîdiyan ku DAÎŞ’ê nîvco hiştî, temam bike. Ev rastî divê xweş were dîtin.”

REPAK’ê bang li hikûmeta Iraqê kir û got, ”Em bang li hikûmeta Iraqê dikin xizmetê ji aştiya civakî ya welêt û jiyana demokratîk re bikin û peymana 9’ê Cotmehê betal bikin” û domdarî got,”Di serî de sazî û rêxistinên jinan, em bang li her kesî dikin ku dilxwazê aştî, demokrasî û dadê ne piştevanê civaka Êzîdî ya Şengalê bin, ji bo ku peymana Şengalê betal bibe û xwerêveberiya ku civaka Şengalê danî bi fermî were naskirin hemû derfet û delîveyan bi kar bînin.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button