Şêniyên Dîgurê: Em tenê hêzên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê dixwazin

Şêniyên komelgeha Dîgurê ku ev çend roj in li hemberî hebûna hêzên artêşa Iraqê çalakiyan pêş dixin, daxwaz kirin ku artêşa Iraqê parastina sînoran bike, parastina gund û bajaran jî bi hevkariya Asayîşa Êzîdxanê û polîsê Iraqê re were kirin û gotin: “Baweriya me bi tu hêzeke din nayê, tenê em hêzên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê dixwazin”

Li Şengalê ruxmê ku şer û pevçûn sekiniye û artêşa Iraqê soz daye ji gund û bajaran derkeve jî hê li gelek deveran hêzêke mezin a artêşê maye. Ji bo hêzên artêşê bi temamî xwe vekşîne çalakiyên gel jî berdewam dikin.  PDK jî helwesta gel a li hemberî hêzên artêşê dixwaze wekî dijberiya li hêzên parastina Şengalê nîşan bide.

Şêniyên Dîgurê ku ev çend roj in li ser piyan e, diyar kirin ku ew dixwazin artêşa Iraqê ji nav hemû gund û bajar derkeve û vegere ser erka xwe ya esasî û her wiha dan zanîn ku ji bo parastina hundirîn baweriya wan tene bi Asayîşa Êzîdxanê tê.

Ciwana bi navê Jiyan Dîgure diyar kir ku ew wekî ciwanên Êzidî naxwazin ji bilî Asayîşa Êzîdxanê û şervanên YBŞ-YJŞ’ê, hêzeke din parastina wan bike.

‘Baweriya me bi asayîşa Êzîdxanê, YBŞ û YJŞ tê’

Yek ji şêniyên komelgehê, Besma Dîgure jî bibîrxist ku ew wekî civaka Êzidî di fermanê re derbas bûne û wiha axivî: “Baweriya me bi tu hêzeke din nayê, tenê em hêzên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê dixwazin. Baweriya me tenê bi wan tê û em dixwazin ew parastina me bikin.’’

‘Ev 7 sal in zarokên me parastina me dikin’

Dayika bi navê Mehran jî xwest ku Asayîşa Êzîdxanê parastina civaka Êzidî bike û sedema vê daxwazê wiha anî ser ziman: “7 sal in ev hêz li vê derê ne, aramî û ewlehî li Şengalê heye. Ew hemû zarokên me ne lê baweriya me bi kesên xerîb nayê.’’

‘Bila şirta û asayîşa Êzîdxanê gundan biparêzin’

Ezîz Cemîl jî yek ji ciwanên Dîgurê ye ku daxwaz û helwesta civaka Êzidî ya derbarê ewlehî û parastinê wiha şîrove dike: ‘’Duh jî xelkê Dîgurê li ser piyan bû li ber artêşê, xelk naxwaze şer di nav gundan de çêbe. Ji ber van êrîşan gelek malên me jî ji Dîgurê koçber bûn.Em dibêjin bila artêş ji gundan derkeve, parastina artêşê ne li gundan e. Em dixwazin parastina gundan Asayîşa Êzîdxan û şirta bi hev re bikin, em wekî civaka Êzidî vê tiştê dixwazin.

Niha êrîşên DAIŞ’ê li ser artêşê hene lê artêş berê xwe daye Şengalê, ev ne tiştek rast e. Bila biçin sînor biparêzin.’’

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button