Şervanên Êzidî: Emê têkoşîna xwe mezintir bikin!

Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Delal Întîkam û Zîlan Egîd bi boneya rizgarkirina Şengalê banga mezinkirina refên YJŞ’ê kirin û gotin: “Piştî rizgarbûna Şengalê tevlîbûneke cidî ya civaka Êzidî ji nava refên YBŞ û YJŞ’ê re çêbû. Tevî astengiyan jî tevlîbûneke bihêz û pîroz ji aliyê jin ve çêdibe. Jin li Şengalê hêza çareseriyê ye. Ji ber vê yekê pir girînge ku keçên Êzidî berê xwe bidin nava refên YJŞ’ê.”

9 sal beriya niha 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi sponsoriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê  Şengalê dagir kir, civaka Êzidî di komkujiyê re derbas kir û xwest baweriya Êzdayetiyê ji holê rake. Lê salek piştî dagirkirinê gerîlayên HPG-YJA Starê ji çiyayên Kurdistanê, şervanên YPG-YPJ ji Rojava, li gel komek ciwanên xwebexş yên Êzidî ku xwe dibin banê YBŞ’ê de rêxistinkirin, di 13’yê Mijdara 2015’an de Şengalê ji çeteyan rizgar kir. Piştî rizgariyê Êzidiyên koçber bûbûn ref bi ref vegeriyan Şengalê. Şengal piştî rizgariyê bû xwedî rêveberiyeke xweser û hêzên parastinê.

Ji ber êdî Şengal bi temamî ava dibe, veger çêdibe û êdî jiyan li Şengalê asayî dibe, îsal civaka Êzidî di atmosfera cejnekê de pêşwazî li 13’yê Mijdarê dike.

Şervanên jin yên Êzidî Delal Întîkam û Zîlan Egîd têkildarî salvegera rizgarkirina Şengalê ji ajansa me re axivîn.

‘Emê li ser xeta gerîla biçin’

Zîlan Egîd destpêkê salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got; “Ez salvegerê li mîmarê azadiyê Rêber Apo û 12 siwarên di dema fermanê de xwe gihandin Şengalê pîroz dikim. Herwiha li hemû gerîlayên HPG-YJA Star, şervanên YPG-YPJ û şervanên Êzidxanê pîroz dikim. Rizgarkirina Şengalê bi pêşengtiya gerîlayên HPG-YJA Starê pêkhat. Weke zarokên vê axê û milîtanên Rêber Apo erka me ewe ku ew xeta gerîla li vir xîzkirine, ber bi pêş ve bibin.”

Zîlan diyar kir yên ji Şengalê reviyan û pêşengî kirin hene û wiha pêde çû: “Gelê me pişta xwe pêşmergeyan (PDK) germ kiribû, lê wan pişta xwe da civaka me. Ji ber ew reviyan komkujiyek mezin çêbû, keçên me yên zêrîn xwe di zinaran de avêtin.”

‘Keçên Êzidî yên bihêrs hêrsa xwe bi YJŞ’ê rêxistin kirin’

Li ser avakirina YJŞ’ê jî Zîlan Egîd wiha axivî: “YJŞ destpêkê weke YPJ hate binavkirin. Hêrseke keçên Êzidî hebû, ev hêrsa wan dihişt ku tevlî hêzên parastinê bibin. Bi taybet jî hinek keçên Êzidî yên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn, tevlî bûn û tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê jî bûn. Hêrsa keçên Êzidî ya li beramber dijmin bi pêşengiya heval Bêrîvan û Arîn di YJŞ’ê de û di qada civakî de rêxistin bû. Dîsa hevalên weke hevala Nûjiyan ku pêşengî ji me re kirin, kedeke mezin ya wan di ber me de çêbû. Emê heya dawiyê li ser van nirxên ku ji me re hiştine bimeşin. Em amade ne weke YJŞ û keçên Êzidî hemû astengiyan derbas bikin û rûbirûyê, her cûre metirsiyan bibin. Emê têkoşîna xwe ya ji vir û şûn ve hîn mezintir bikin.”

‘Piştî rizgariyê keç û xortên Êzidî zêdetir tevlî YBŞ û YJŞ’ê bûn’

Şervana YJŞ’ê diyar kir ku ciwanên Êzidî piştî rizgarbûna Şengalê zêdetir tevlî refên YBŞ û YJŞ’ê bûn û got: “Piştî rizgarbûna Şengalê tevlîbûneke cidî ya civaka Êzidî ji nava refên YBŞ û YJŞ’ê re çêbû. Tevî astengiyan jî tevlîbûneke bihêz û pîroz ji aliyê jin ve çêdibe. Li kûderê pirsgirêk û alozî hebe, jin dibin hêza çareseriyê. Ji ber vê em tevlîbûna nava refên YJŞ’ê de gelekî girîng dibînin.’

‘Emê erka gerîla daye me, bicîh bînin’

Zîlan Egîd di dewama axaftina xwede wiha got: “Dema gerîlayên HPG-YJA Starê ji Şengalê vekişiyan, erkek dan ser milê me. Raste Şengal hate rizgarkirin, lê divê ev yek nebe sedem ku em serê xwe rehet daynîn, ji ber metirsî hene.”

‘Eger Êzidî naxwazin ferman dubare bibin, divê vegerin ser axa xwe’

Şervana YJŞ’ê Zîlan Egîd di dawiya axaftina xwe de banga vegerê li Êzidiyên koçber û penaber bûne kir û got: “Di dîroka me Êzidiyan de cara yekemîne piştî fermanekî veger li warê xwe çêdibe. Vegera piştî rizgarkirinê gelek pîroze ji bo me. Ez wisa difikirim yên venegeriyane Şengalê û berê xwe dan xerîbiyê poşmanin. Eger Êzidiyên li kampan û yên li xerîbiyê naxwazin em careke din di ferman û qirkirinê re derbas bibin, divê werin ser axa xwe û jiyana xwe bixwe ava bikin.”

‘Civaka me dizane êdî piştevanê wan heye’

Şervana YJŞ’ê Delal Întîkam jî 13’yê Mijdarê li şehîdan pîroz kir û wiha axivî: “Em vê roja pîroz li şehîdan pîroz dikin. Îro em ji saya wan bi aramî dikarîn li Şengalê bijîn. Dayik, xwişk û xortên me dikarin bi saya şehîdan bi aramî li Şengalê bijîn.Niha baweriyeke mezin ya civaka me çêbûye, li Şengalê de bijîn. Ji ber ku êdî dizanin piştevanên wan hene ku wan biparêzin. Bi saya fikir û bîrdoziya Rêber Apo, gelê me bûye xwedî hêz.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button