‘Xwedîderketina Rêber Apo xwedîderketina li Êzidîtayê ye’

Civaka Êzîdî ya Ewropayê bi navê hemû sazî û pêkhateyên civaka me bang kir ku Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê were şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan azadî were xwestin

Koordînasyona civaka Êzidî ya Ewropayê bal kişandin ser rola Rêber Ocalan li ser rêxistîbûn û parastina Êzîdiyan û wiha pêde çu; ”Ên ku civaka Êzidî li diyasporayê bi rêxistin kir, ku kanibe yekîtî û tifaqa xwe biafirîne û nehêle winda bibe, dîsa ev fikir û ev felsefe bû, Êdî civaka Êzidî jî bi bîr û baweriyek mezin azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dît. Ger Mam Zekî û Mam Beşîr ji Ewropayê berê xwe dan xaka bav û kalan, ev jî şopdariya riya Rêber Apo bû, ger ji her çar perçeyên welat bi sedan kesên ku bi dê û bav ne Êzidî bûn, ji bo parastina cîh û war, nirx û pîrozgehên civaka Êzidî canê xwe dabin, ev jî bîr û baweriya bi wê felsefeyê bû, ger ên wek nemir Dilşêr û Egîdan, Berxwedan û Zerdeştan, Êzidî li Şengalê di fermana 73 ́an de ji qirkirinê parast bin, ew jî ev fikir û ev felsefe bû. Berxwedana îro li Êzdîxanê pêk tê, ev jî ev fikir û ev felsefeye, ji ber vê, ji bo civaka Êzidî û Êzdîxanê hêviya herî mezin Rêber Apo, fikir û felsefeya wî ye, lewra jî em dibêjin em civaka Êzidî ji her kesî zêdetir deyndar ́in ku li rêber Apo xwedî derkevin.”
Di dawiya daxwuyaniyê de ev hate gotin; “Em dubare bi taybetî bang li civaka xwe dikin ku di çalakiyan de bêdeng nemîne û ji heft salî heya heftê saliya derkeve qadan û ji bo şermezarkırına roja reş û azadiya Rêber Apo biqîre.”
Di bin daxwuyaniyê îmza ev saziyan cih digirt;
Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê)
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî),
Navenda Yêkîtiya Komelên Êzidiyan)
Meclîsa (Şingal ya Derveyî Welat),
Yêkîtiya Êzidiyên Sûrî)
Cîwanên Êzidîyan)
Navenda Çanda Êzdîxan)
Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan)

Berfirehiya daxwuyaniyê wiha ye;

KOORDÎNASYONA CIVAKA ÊZIDÎ A EWROPAYÊ

Xwedîderketina Rêber Apo xwedîderketina li Êzidîtayê ye

 Em wek Koordînasyona civaka Êzidî a Ewropayê, bi navê hemî Sazî û Pêkhateyên civaka xwe, roja 15 ê Sibatê şermezar dikin û li civaka xwe bang dikin ku dengê şermezarkirina vê roja reş bilind bike.

Plana dewleta Tirk e faşist a dijmin, ew bû ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê kurd, Rêber Apo vê serhildana gelê kurd a 29`emîn wek ên berê têk bibe, bi a wî, Gelê Kurd hê ên berê bû, lê ji zû de fikir û felsefeya Rêber Apo, ne tenê li çar perçeyên Kurdistanê, li tevahiya cîhanê belav bûbû, Gelê Kurd êdî xwe naskiribû, bi rexistin û xwedî hêz bûbû.

bi bîr û baweriya bi felsefeya wî, yekîtî û biratiya Gelê Kurd hatibû afirandin, bi Sed hezaran Şagirtî, bi Milyonan şopdarên riya wî derketibûn, viya jî planên dijmin vale derxist.

Bi dehan kesan xwe ji bo Rêber Apo feda kirin, belkî cara yekemîn bû di Cîhanê de ji bo Rêberekî hewqas bertek çêbûn.

Ên ku civaka Êzidî li diyasporayê bi rêxistin kir, ku kanibe yekîtî û tifaqa xwe biafirîne û nehêle wunda bibe, dîsa ev fikir û ev felsefe bû, Êdî civaka Êzidî jî bi bîr û baweriyek mezin Azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dît.

Ger Mam Zekî û Mam Beşîr ji Ewropayê berê xwe dan xaka Bav û Kalan, ev jî şopdariya riya Rêber Apo bû, ger ji her çar perçeyên Welat bi sedan kesên ku bi dê û bav ne Êzidî bûn, ji bo parastina cîh û war, nirx û pîrozgehên civaka Êzidî canê xwe dabin, ev jî bîr û baweriya bi wê felsefeyê bû, ger ên wek nemir Dilşêr û Egîdan, Berxwedan û Zerdeştan, Êzidî li Şengalê di fermana 73´an de ji qirkirinê parast bin, ew jî ev fikir û ev felsefe bû.

Berxwedana îro li Êzdîxanê pêk tê, ev jî ev fikir û ev felsefeye, ji wê bonê ji bo civaka Êzidî û Êzdîxanê hêviya herî mezin Rêber Apo, fikir û felsefeya wî ye, lewra jî em dibêjin em wek civaka Êzidî ji her kesî zêdetir deyndar´in ku li rêber Apo xwedî derkevin.

Wek tê zanîn, rêber Apo bi komployek navnetewî hat dîlgirtin, gelek dewletên hevalbendê dewleta Faşist a Tirk, destên wan î qirêj di nava vê komployê de hebû, çawa PDK jî yek ji wan bû, îro jî di serî de bi hevkariya PDK`ê, ev komplo li başûr tê berdewam kirin, ev ne tesadufe ku di salvegera roja reş de êrîşa dibin ser Garê, ev planê Erdoğan î têk birina Tevgera Azadiyê û tinekirina civaka Êzidî ye, hê Osmaniyan bi dehan Fermanan hewl dabûn Êzidiyan tine bikin, îro Erdoğan berdewamiya wan e, herî dawî bi êrîşên DAIŞ ceribandin, lê fikir û felsefeya Rêber Apo ew şikandin, niha jî di plana Fermanek nû de li ser Êzidiyan rola mezin PDK dileyize, em vê hevkariya PDK bi Erdoğan re, êrîşên ji nûve li ser Garê û dîsa gefên li ser Êzdîxanê bi tûndî şermezar dikin, dibê di serî de civaka Êzidî li ser piyan be û bi dengekî bilind van Êrîşan û helwesta PDK`ê a dijminatiya civaka me şermezar bike.

Em dubare bi taybetî li civaka xwe Bang dikin ku di çalakiyên pêk tên de bêdeng nemîne û ji heft salî heya heftê saliya derkeve qadan û ji bo şermezarkırına roja reş û Azadiya Rêber Apo biqîre.

KCÊE (Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê)

SMJÊ(Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî), NAV-YÊK (Navenda Yêkîtiya Komelên Êzidiyan) MŞD ( Meclîsa (Şingal ya Derveyî Welat), YÊS (Yêkîtiya Êzidiyên Sûrî)

HCÊ (Hevgirtina Cîwanên Êzidîyan), NÇÊ (Navenda Çanda Êzdîxan) SMGÊ) Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan)

Show More
Back to top button