Karayilan: Mesud û Mesrûr Barzanî bi rêya kuryeyê ji bo me mesaj şandin

Murad Karayilan diyar kir ku stratejiya esasî ya Tirkiyeyê ew e; li Sûriyeyê Kurd nebin xwedî mafên xwe yên nasnameyê û gelê Kurdistanê cihê xwe di jinûve dîzaynê de negire. Karayilan da zanîn ku Tirkiyeyê ji bo vê gelekî hewl da, lê bi ser neket. Karayilan behsa parastina Şengalê kir û got; “Piştî ku hêzên me Şengal kontrol kirin û gel ber bi Rojava ve hate şandin, wê demê Birêz Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî bi rêya kûryeyê ev pirs li me kirin, “Hêzên we bi rastî jî li Şengalê hene?”

Tevgera Kurd bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû hêvî ji tevahiya cîhanê re. Hewldanên ji bo reşkirin û gemarîkirina vê têkoşîn û berxwedanê bi ser neket. Gerîlayên PKK’ê ku di çarçoveya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevgeriyan, ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn di heman demê de bi têkoşîna xwe bêhn anîn ber tevahiya gelên cîhanê.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel a Kurdistanê (NPG) Mûrat Karayilan weşand.

Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:

Wê demê we bi hêzên navneteweyî re diyalogeke çawa danîn?

Rojên destpêkê yên destwerdanê şandeyek ji DYE’yê bi çend helîkopteran hatin Şengalê, xwe li cihê ku heval lê bûn danîn. Berpirsyarê şandeya DYE’yê wê demê bi hevalê Egîd Civyan re hevdîtin kir. Ji hevalê Egîd pirsîn, “Hûn yekser PKK’î ne, yan jî neyekser PKK’î ne?” Hevalê Egîd jî ji wan re got, “Neyekser çi ye; em rasterast PKK’î ne; em hêza HPG’ê ne.” Ew heyet li wir 2-3 saetan di bin parastina hevalan de digere û jinûve li helîkopterên xwe siwar dibe û vedigerin. Tişta ku me jê fêhm kir, şande ji berprisyarên xwe re dibêje, ‘Hêzek heye ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide û Çiyê diparêze, lê belê -bi gotina wan- rasterast PKK’î ne. Diyar e DYE’yê jî biryara ‘Em nikarin bi wan re têkiliyê daynin’ daye, ku careke din qet nehatin.

Di vê navberê de we bi hêzên Başûrî re têkilî danîn?

Piştî ku hêzên me Şengal kontrol kirin û gel ber bi Rojava ve hate şandin, wê demê Birêz Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî bi rêya kûryeyê ev pirs li me kirin, “Hêzên we bi rastî jî li Şengalê hene?” Me jî jê re got, “Belê, hêza me li Şengalê ye. Em niha xelkê herêmê derbasî Rojava dikin; rast e, hêza me li Şengalê heye.” Careke din bi rêya heman kûryeyê ev rica kirin, “Gelo hûn ê karibin bibin alîkar ku hêzên me jî tevî hêzên we derbasî Şengalê bibin?” Me jî got, ‘dibe’. Ji xwe destwerdana me ya li Şengalê ne welê bû ku ‘Em ê bi tena serê xwe biçin wir û li wir şer bikin’. Ya rast, piştî ku me biryara destwerdanê dan, me xwest yekser bi PDK’ê re têkiliyê daynin, xelekeke me ya têkiliyê hebû. Lê belê got ku wê nikaribe bê, hingî li wezîfeyê ye, eger dest ji wezîfeyê berde û bê wê şaş bê fêhmmkirin. Eger ew têkilî hatibûya danîn me yê ji wan re bigota, “Bila hêzên we jî vegerin; em bi hev re li ber êrişê rabin.” Lê belê têkilî nehate danîn, lê ji ber ku piştre rica kirin, me jî ji wan re got ‘serçavan’ û ew hêza xwe şandin. Bi vî rengî PDK’ê hêzên xwe destpêkê derbasî Rojava kir, li Cezaayê rojek, du rojan bûn mêvan. Hêzek di bin fermandariya kesê bi navê Aşitî bû, ku ev kes car carna li hemberî hêzên me daxuyaniyên nankorî dike. Bawerim hêzeke ku bi giranî ji bo komkirina agahî û îstîxbaratê bû. Dawiya dawî me ew hêz gihand Çiyayê Şengalê.

Dema ku pêşmerge li Şengalê vegeriya, gel nerazîbûneke çawa nîşan da?

Xelkê li wê derê dema ku dîtin mirovên bi kincên pêşmerge hatine, ev rewş qebûl nekir û xwest yekser êriş bike. Ji xwe hinekan bi kevir û ço êriş kirin. Lê belê hevalê Egîd ku yekî gelekî xwedî hesta berpirsyariyê bû, hestên xwe yên neteweyî xurt bû û bi pîvanên şoreşgerî re dilsoz bû, pêşî li vê êrişa şêniyên herêmê girt. Ew hêza PDK’ê li cihekî nêzî hêzên me, di bin parastina hêzên me de hate bicihkirin. Lê mixabin rayedarên PDK’ê yên wê demê gotin ‘PKK mirovan sor dike’ û bi fermî nebe jî me bihîst ku di nava xwe de propagandayeke bi vî rengî kiriye. Ji xwe PDK hîn jî helwesta gel rast fêhm nake; jê heye ku hinek rê li ber mirovan dixe. Halbûkî rastî bi vî rengî nîne. Tiştekî gelekî şaş û nankorî bû ku bifikirin di wan şert û mercên şer de em xelkê sor bikin. Rewşeke bi wî rengî tune bû. Xelkê Şengalê weke xelkekî ku bi tenê hate hiştin û di nava travmayeke giran de hate terikandin, li hemberî wan nerazî bû. Me hewl didan pêşî li nerazîbûnan bigirin. Hevalên me ji bo parastina wan gelekî hewl dan.

Heman demê DAIŞ li Başûrê Kurdistanê zû bi pêş ve diçû. Têkildarî bûyerên li derveyî Şengalê qewimîn hûn dixwazin çi bêjin?

Belê, çend roj piştî Şengalê DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê kir û di ser Mexmûrê re jî ji baskekî din ve berê xwe da Hewlêrê. Her wiha berê xwe da Kerkûkê. Di vê navberê de bendên kontrolê yên hêzên Başûr jî êdî nema bûn; yanî piştî ketina Şengalê valahiyek çêbûbû. Bêkontrolî çêbûbû. Me bi otobusan heval şand Hewlêrê, ji wir jî şand Mexmûrê. Me hin heval jî bi rêya pîkapan şand Kerkûkê. Di vê navberê de ji Şêxan û Duhokê gelek mirov hatin gundên Garê û Metînayê û bi rengekî demkî bi cih bûn. Gel bang li me dikir û ji me dixwest ku em Duhokê jî biparêzin û hîn bêhtir bikevin nava başûr.

Em fikirîn ku DAIŞ ji bo bawerî û civaka Êzidî bi temamî tune bike dikare êrişî Laleşê jî bike. Wê demê bi pêşniyar û tevkariya hevalê Zekî Şengalî me hêzek ji alayekê şand Laleşê. Li kêleka Laleşê bi cih bûn û piştre ji bo Parastina Navenda Baweriyê ya Laleş a pîroz me hêza xwe ya alayê li cihekî guncaw xistin çeperê.

Me hêzek alayê jî ji bo parastina Duhokê şand. Ev hêza me jî ne li navenda Duhokê, lê belê li lûteya piştî bajêr bi cih bû. Wê demê me got ku eger heval dakevin nava bajêr dibe ku gel bikeve nava fikaran û hîn bêhtir panîk bibe, lewma me biryar da ku li çiyê bi cih bibin. Wê demê perspektîf ji hevalan re hate dayin ku li çiyê bi cih bibin, lê belê eger DAIŞ berê xwe bide Şêxan û ji Şêxan jî ber bi Duhokê ve biçe, divê yekser dakevin eniyên herî pêş ê berxwedanê. Ji xwe hêzeke me ya alayekê çû Mexmûrê, alayeke me jî çû Kerkûkê.

Ji bo parastina gel, we çend kom wezîfedar kirin?

Ji bo parastina Başûr me hêzek ji 4 alayan wezîfedar kir. Ji bo Şengalê me destpêkê 2 alay şandin û piştre jî li gorî pêwîstiyê me hêz lê zêde kir. Bi vî rengî ji Kerkûkê heta Şengalê li dijî pêşveçûna DAIŞ’ê me çeper danîn.

Di vê navberê de xelkê me yê Başûr û pêşmergeyên ku ev yek dîtin, moral wergirtin. Ev destwerdana me ji bo kombûna li ser hev a pêşmergeyan roleke diyarker a girîng lîst. Pêşmerge jî xwe komî ser hev kir. Divê ev yek jî bê gotin: Hevalên me çûbûn Kampa Mexmûrê li girên li pişt kampê ketibûn çeperan. Pêşmerge jî li nava bajêr bûn. Lê belê li hemberî êrişa DAIŞ’ê 2-3 caran xwe vekişandin. Piştî ku dîtin em xwe venakişînin, em li wir in, hingî ew jî vegeriyan. Kes nikare vê înkar bike. Eger ew hatibûna ji Kampa Mexmûrê jî derbas bûna, wê berê xwe bidan Hewlêrê. Ji xwe ji baskekî cuda ve xwe nêzî Hewlêrê kiribûn. Lê belê ji bo bidestxistina Kampa Mexmûrê mînak êrişî Qereçoxê kirin; xwestin wê lûtkeyê bi dest bixin, li wir di nava hev de şer qewimî. Rojnamevan hevala Denîz Firat bi wî rengî ji cihekî nêz ve ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve şehîd hate xistin. Ji ber ku DAIŞ’ê xwe berda nava Qereçoxê, lê me dest jê bernedan, hêzên me li ber xwe dan. Di encama vê berxwedanê de fêhm kirin ku nikarin li wir bi pêş ve biçin. Bi vî rengî berxwedana Mexmûrê bû deriyê bingehîn di parastina Hewlêrê de. Bi kurtasî di meha Tebaxê de ev diqewimîn û DAIŞ li van deran hinekî hate rawestandin.

Berxwedana we bersiveke çawa wergirt?

Vê berxwedana me hêz û wêrekî da hêzên navneteweyî. Naxwe her kes li hemberî van êrişên DAIŞ’ê gêj bûbûn. Welê li wan hatibû ku nizanîbûn çawa pêşî lê bigirin. Lê belê parastina Şengalê, li gel hemû êrişan neketina Çiyayê Şengalê û Mexmûrê, her wiha jinûve aktîfbûna hêzên pêşmergeyan û bi şerê giran parastina Kerkûkê, kir ku xeteke bi vî rengî li dijî DAIŞ’ê ava bike û pêşî li DAIŞ’ê bê girtin. Di vê mijarê de di berxwedana gelê me yê Başûr û berxwedana pêşmergeyan de hêzên me yên gerîla bi rola katalîzor rabûn. Mesela li hemberî êrişên DAIŞ’ê ne li Kerkûkê, ne li Mexmûrê ne jî li Şengalê hêzên me xwe venekişand. Her wiha hêzên YPG’ê jî xe ji Cezaayê venekişand. Lewma bandoreke bi vî rengî kir. Hêzên HPG’ê li ti cihî li hemberî DAIŞ’ê xwe venekişand, heta jê hat li ber xwe da. Hevalên me li cihekî 10 kes jî bûya li hemberî êrişên bi sedan kesî yên DAIŞ’ê li ber xwe dan.

Vê demê DAIŞ ji bo tolê hilîne kete nava hewldanan. Ji ber ku dît li Başûr xetek ava bûye. Her wiha bi pêşengiya DYE’yê jî Koalîsyoneke Navneteweyî ava bû û vê koalîsyonê li xaka Iraq û Sûriyeyê hêza hewayî xiste dewrê. Dema ku dît Başûr lê zehmet bûye û ji bo rovanşa Şengalê li dijî tevgera me PKK’ê hilîne, plan kir ku êrişî Kobanê bike.

Beriya ku em derbasî dorpêçkirina Kobanê û pêvajoya şer a li wê derê bibe, hûn bixwazin em li ser pêkhatina Şoreşa Rojava, avabûna YPG’ê û têkiliya navbera tevgera we û hêzên Rojava biaxivin. Piştre em derbasî mijara dorpêçkirina Kobanê bibin. Ji ber ku dewleta Tirk timî diyar dike ku di navbera tevgera we û hêzên şoreşa Rojava de têkilî heye û vê yekê jî li dijî hêzên şoreşê bi kar tîne…

Dewleta Tirk destpêkê bi YPG û PYD’ê re têkilî danî. Her kes zane ku Hevserokê PYD’ê Salih Muslim gelek caran bi rengekî eşkere çû Enqereyê. Lê belê têkiliya xwe bi YPG’ê re jî hebû. Mînak, nûnerê YPG’ê yê ku bi danîna têkiliyê wezîfedar bû, dewleta Tirk ew bir Enqereyê, li wir emeliyat kir. Em zanin ku emeliyat jî bi serketî derbas bû. Bêguman dewleta Tirk ev têkilî ji bo têkiliyeke rastetîn pêk neanî bû. Ji bo wan ji avaniya Kurdbûnê dûr bixîne, ji bo tevlî hêza jê re OSO digotin bikin, ji bo li dijî Sûriyeyê şer bikin, ev yek dikir. Ji aliyekî ve ev dikir, li aliyê din jî sala 2013’an bi destê OSO li dijî YPG’ê dest bi êrişekê kiribû. Wê êrişê 5-6 mehan dewam kir, lê belê li hemberî YPG’ê bi ser neket û têk çûn. Ji ber vê yekê hikumeta AKP’ê bi zexeliyeke mezin, bi rêbazên şerê taybet xwest YPG û PYD’ê dorpêç bike û bixe bin sîwana OSO. Mînak em zanin ku yekser ji Salih Muslim re gotine, “Eger hûn hêzên Sûriyeyê yên li Qamişloyê derxînin em ê piştgiriyê bidin we. Leşkerên Sûriyeyê ji wî derî derxînin, wê demê em ê piştgiriyê bidin we.”

Stratejiya esasî ya Tirkiyeyê li ser wê yekê bû, ku Kurdên li Sûriyeyê mafên xwe yên nasnameyê bi dest nexin û gelê Kurdistanê cihê xwe di pêvajoya dîzaynkirinê ya nû de negire. Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de gelekî hewl da ku Kurd nikaribin sûdê ji firsendê werbigirin û tevlî pêvajoya dîzaynê ya nû bibin. Ji xwe piştre dewlet bû yek û ji sala 2015’an û pê ve ev yek kirin xeleka bingehîn a vê stratejiyê. Lê eşkere ye ku berê jî ketibû nava hewldaneke bi vî rengî. Lewma ew bi xwe jî zanin ku îdîaya dibêjin YPG yan jî PYD parçeyek ji PKK’ê ye nerast e.

Ev yek rast e: Rêber Apo bi qasî 20 salan li Sûriyeyê, li Rojavayê Kurdistanê ma. Taybetmendiyeke bingehîn a Rêber Apo ew e ku li ku dera biçê têkiliyê bi gel re datîne. Eger Rêber Apo nekarîbûya bi gel re nîqaş bike, sohbet bike hingî aciz dibû, sebra wî nedihat. Ji ber vê yekê li ser Rojavayê Kurdistanê bandora Rêber Apo gelekî mezin e. Ji ber vê yekê dema ku rêxistiniyên weke YPG û PYD’ê ava bûn, bêguman di bin bandora xeta Rêber Apo de ava bûn.

Lê belê hin hevalên mîna Xebat Dêrik ku di avabûna destpêkê ya YPG’ê de hebûn, sala 2011’an dema ku dîtin li Sûriyeyê bûyer diqewimin, pêşniyar kirin. Ev hevalên me bûn. Ji rêxistinê re ragihandin ku li Rojava hin bûyer dikarin biqewimin, divê xwedî li gelê li wir derkevin, dixwazin gelê li wir birêxistin bikin û pêşniyareke bi vî rengî kirin. Rêxistina me jî ev yek guncaw dîtin û ji wan re got ‘hûn dikarin biçin’. Lewma komek ji hevalên me bi vî rengî ji me qut bûn û çûn Rojava. Li wê derê bi hin welatparêzên hêja re li hev kom bûn, her wiha hin kesên ku berê ji me qut bûbûn lê poşman bûn bi rêxistin kirin û YPG ava kirin.

YPG’ê çawa çek bi dest xist?

Em baş zanin ku YPG dema ava bû hatin Başûr û ji Mesûd Barzanî alîkariya çekan kirin. Ji ber ku heman şande piştre hate gel me û ji me jî xwestin. Me soz dan ku piştgiriyê bidin; li gorî derfetên xwe me alîkariya çekan dan. Lê belê herhal PDK wê demê bersiveke zelal nade wan û piştre ti piştgirî jî neda wan. Dibe ku piştre ji bo demeke kurt deriyê sînor vekirî hişt û bi vî rengî piştgirî da, lê belê wê demê YPG ku nû ava bûbû, daxwsaza hezar kleşî kiribûn. Heman tişt ji me jî xwestin; me wê demê li gorî derfetên xwe çek dan wan. Yanî têkiliya YPG’ê ya bi me re bi vî rengî di çarçoveya dostaniyê de bû. Niha jî bi heman rengî têkiliyek heye. Ji xwe YPG mîna bi me re bi rêxistinên cuda yên Kurdan re jî xwedî heman têkilî û piştevaniyê ye.

Dewleta Tirk kengî fêhm kir ku nikare PYD û YPG’ê ji bo armancên xwe bi kar bîne, vê carê kir dijberê xwe. Dema ku biryara xwe li ser vê yekê da, yanî piştî sala 2014’an her ku navê YPG û PYD’ê bilêv kir, teqez navê me jî danî gel wan. Yanî dest bi gotina YPG-PKK’ê kir. Halbûkî berê bi vî rengî nêzîk nedibûn. Lê belê niha dixwaze ku YPG’ê û PYD’ê weke dewama PKK’ê nîşan bidin. Ti rastiyeke vê nîne.

Lê belê ji aliyê îdeolojîk ve dişibin hev…

Rêber Abdullah Ocalan rêbereke ku xwedî xeteke felsefîk-îdeolojîk a hemdem e. Ev xet ne tenê ji bo PKK’ê hatiye danîn, ev xet ji bo tevahiya gelê Kurdistanê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê hatiye danîn. Rêber Apo rêberê PKK’ê ye, rêberekî ku nîqaş jê re nabe, lê belê çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo hîn berfireh e. Di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de li çar parçeyên Kurdistanê partî dikarin bêne avakirin, li Iraqê jî dikare bê avakirin, li Sûriye, Misir, Ewropayê jî dikare bê avakirin: ji xwe bi qasî ku zanim komên bi vî rengî jî hene. Em zanin ku li Arjantînê jî komên bi vî rengî hene. Aqûbeta wan niha nizanim lê belê li Pakistanê jî komên bi vî rengî hebûn. Her wiha li Iraqê partiyek ku bi temamî ji mirovên Ereb pêk dihat ava bû, lê belê ji ber pirsgirêkên derfetan niha ne weke partiyekê lê belê weke komekê dixebitin. Ew mirovên ji Basra û Bexdayê ne, lê belê xeta Apoyî ji xwe re dikin esas. Avabûna YPG yan jî PYD’ê jî di vê çarçoveyê de ye. Rast e ji aliyê îdeolojîk ve nêzî me ne. Lê belê aliyên xwe yên cuda jî dikare hebe, lê ji aliyê têkiliyeke organîk ve yekbûneke rêxistinî nîne. Piştevanî dikare hebe. Piştevaniya me ne tenê bi wan re ye, li Rojavayê Kurdistanê bi gelek rêxistinên cuda re ye, li Tirkiyeyê bi gelek rêxistinên çep-demokratîk re heye. Bi gelek rêxistinên Kurd ên li Başûr re jî heye. Ew hebû nabin PKK’î. Çawa ku ew hemû nabin PKK’î, PYD jî li ser PKK’ê nayê hesibandin. Lê belê dewleta Tİrk ji bo destketiyên gelê me yê li Rojava, ji bo destketiyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tune bike, ji bo YPG û PYD’ê bixe lîsteya terorê vê yekê bi kar tîne.

Divê em fêhm bikin ku qet têkiliya we pê re nîne?

Em nabêjin ku ‘qet têkiliya me pê re nîne’. Em her tiştî bi rengekî eşkere radixin pêş çavan. Her tişt zelal e yanî. Têkiliya me heye, lê belê ev têkilî organîk nîne. Ew cuda ne, em cuda ne. Rêveberiyeke wan a cuda heye, ya me cuda ye. Her wiha eger tengav bibin em ê piştgiriyê bidin wan. Ev ne heman tişt e. Piştevaniya navbera şoreşgeran e. Ji xwe li gorî me şoreşger-demokratên li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn divê bibin yek. Gelê Ereb û gelê Kurd divê yekîtiya xwe ava bikin. Her wiha gelê Asûrî-Suryanî heye ku yek ji gelên herî zêde mafên wan têne binpêkirin e. Ev gel hemû divê yekîtiya xwe ava bikin. Li Bakur-Rojhilatê Sûiryeyê Tirkmen, Çeçen, Ermen hene. Paradîgmaya Rêberê me civakan hemûyan hembêz dike.

Neteweya Demokratîk tê wateya jiyana bi rengekî azad û wekhev a neteweyan li binê sîwanekî ye. Li gorî vê rastiya îdeolojîk-teorîk şaş eku bê gotin, rêxistinên di binê vî sîwanî de li hev dicivin hemû PKK’î ne. Ev yek berevajîkirina rastiyê ye. Di heman demê de biçûkxistina hêza îdeolojîk a Rêber Apo ye. Mîna ku ‘Rêber Apo tenê lîderê PKK’ê ye, PKK jî van rêxistinan bi xwe ve girêdayî ava dike’ tê nîşandan. Ev yek nerast e. Rê û rêbazên têkiliyê weke ku me destnîşan kiriye.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button