Li Xanesorê civîna gel: Em ê heta dawî li Şengalê xwedî derkevîn  

Li Bajarokê  Xanesorê ya  Şengalê li ser geşedanên dawî yên li herêmê, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclisa Gel ve civînek hate lidarxstin. Di civînê de li ser pilanên ji aliyê PDK’ê yên li ser Şengalê, piştgiriya ji bo hêzên parastinê û gelek mijarên din nirxandin hatin kirin.

Ji dema êrişên artêşa Iraqê yên li ser YBŞ’ê YBJ’ê û Asayîşa Êzdîxanê ve li piraniya  gund û navçeyên Şengalê ji bo rê li ber şerê taybet ê PDK’ê  û pilanên wan ê li ser civaka Êzidî bê girtin, rêzecivîn ji bo gel tên lidarxistin. Bi hemêan armancê li Meclisa Gel a Xanesorê  jî ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  û Meclisa Gel a Xanesorê ve civînek hate lidarxstin. Di civînê de endamê sazî û rêxistinên civaka Êzidî  û welatî amade bûn.

Civînê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştre Cîgera Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê, Cîhan Celo axivî.  Cîhan di serî de bal kişand ser zextên Hikûmeta Iraqê yên li ser civaka Êzidî û got: “Em niha di nava êrişê re derbas dibin. Iraqê di serî de di aliyê siyasî de êrişî  destkeftiyên me kir û xwest ji holê rabike. Lê bi berxwedaniya gelê me û rêxistinbûna me rê li ber vê êrişa wan hate girtin. Herî dawî di 2’yê Gulanê de bi hêzeka mezin berê xw dana Sinûn û Dugurê, xwestin bi hêzê armanca xwe pêk bîn in, lê dîsa jî bi berxwdaniya gel û hêzên me  yê parastinê ev êriş hate têk birin.”

‘Bi şerê taybet xwestin gel çavtirsandî bikin’

Cîhan  diyar kir ku ji ber di aliyê leşkerî de negihan encamekî, MÎT û PDK bi riya hinek kesan di nava gel de tevlihevî derxistin û xwestin bi şerê xwe yê taybet gel çav tirsandî bikin û got: “ Em niha di heman pêvajoyê de ne, ji bilî berxwedaniya gelê me û bihêzkirina têkoşînê ewê ti kes me ji vê  pêvajoyê derbas neke.  Me gelek ked li Şengalê deya û  emê heya dawî jî li keda Şehîdên xwe xwedîderkevin.  Hebûna Şengalê bi me heye, eger em li Şengalê xwedî dernekevin ewê Şengal nemîne.”

‘Emê li hemberî hemû êrişa biserbikevin’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî  jî got: “Em nikarin şer û pêvajoya ku niha li Şengalê tê meşandin ji peymana 9’ê Cotemehê qut bikin. Her kes dizane gelê me zêdetirî salekê li ser piya bû, ji bo ku    rê li ber pêkanîna vê peymanê bigire. Niha jî ji me  tê xwestin em rênedin ku ev êriş bigihîn armanca xwe. Gelê me bi rêxistin û yekgirtina xwe dikare rê li ber van êrişan bigire û rê neda ku dijmin bigeha armanca xwe. Pêwîste her kes bizanibe ku ev şer ne tenê li hemberî hêzeke leşkeriye, belkû şerê li hemberî civaka Êzdiya. Xuyabû ku ev êrişa li ser me pêk hatî bi pilan hatibû kirin û beriya niha bidemekî dirêj pilana wê hatibû danîn. Lê gelê me yê berxwedêr rê li ber êrişê girt û emê li hemberî hemû êrişa biserbikevin.”

Bi nirxandina beşdaran civîn bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button