YBŞ: Hatina hêzeke mezin ji bo Şengalê, derfet dide dijmin-1 

Ji Fermandariya YBŞ’ê Çeko Şengalî da zanîn hin plan hene ku dixwazin wan û artêşa Iraqê bikşînin nav şerekî û got: “Di nav hêza ku hatiye Şengalê de hinek kes hene ku ji bo derxistina alozî û pirsgirêkan hatine erkdarkirin. Hatina hêzeke mezin a artêşê ji bo Şengalê derfet dide dijmin ku karibe bikeve navbera me û Iraqê.”

Di demên dawî de hikûmeta Kazimî bi hinceta ku Şengal ne ewleye 9 hezar leşkerên artêşa Iraqê sewqî Şengalê kirin û ev hêz di nava malan û li ser cadeyan bicihkirin. Piştî vê liv û tevgerê, di navbera van hêzan û hêzên Asayîşa Êzidxanê de gelek caran alozî derketin. Her wiha hebûna hêza artêşê ya di nav bajar de rastî bertekên civaka Êzidî hate û heya niha ev hêz ji herêmê venekişiyane.

Ji Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Çeko Şengalî, li ser geşedanên li Şengalê û bi taybet bicihkirina hêzeka mezin a artêşa Iraqê ji ajansa me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Şengalî destnîşan kir ku di navbera hêzên wan û Iraqê de, di cewherê de pirsgirêkeke cidî nîne lê belê derbasbûna hêzeke mezin ji bo herêmê, firsetê dide hin aliyên siyasî ku karibin li Şengalê tevbigerin û ji bo berjewendiyên xwe kar bikin. Şengalî her wiha hişyarî da ku di nav hêza artêşê de hin kesên rêxistinkirî hene ku hewl didin li herêmê aloziyan derxin û bang li hikûmeta Îraqê kir ku vê firsetê nede aliyên sêyemîn ku Şengal û Iraqê bînin beramberî hev.

‘Destê aliyên sêyemîn di aloziyên dawî de hebû’

Fermandarê YBŞ’ê Çeko Şengalî di serî de destnîşan kir ku di demên dawî de hewldan hene ku Şengalê wekî herêmeke ne ewle nîşan bidin, ew bawer dikin aliyekî sêyemîn jî vê carê di nav meselê de heye û wiha pê de çû: “Li ser sewqiyeta hêzên Iraqê ji bo Şengalê gelek tişt hatine gotin, lê dan û standinên me bi hemû rayedarên Rojavayê Nînovayê re hene. Hin kes hewldan ku alozî di navbera me û hêzên artêşa Iraqê de derkevin, lê ev komploya wan heya niha vala hate derxistin. Ev rewş ne di berjewendiya me ne jî di berjewendiya Iraqê de ye.”

Çeko Şengalî diyar kir ku tu carî hewldanên wan çênebûye ku li beramberî dewleta Iraqê bisekinin, ji ber ku ew jî xwe beşeke ji Iraqê dibînin û got: “Em gelê Êzidî ku di Şengalê de ne, em beşeke ji Iraqê ne û tu kes nikare Şengalê ji Iraqê cûda bike.”

‘Xwestin me û artêşa Iraqê bikşînin nav şerekî’

Şengalî her wiha da zanîn ku hewldanên aliyên cûda çêbûn ku wan û artêşa Iraqê bikşînin nav şerekî û ev agahî dan: “Hewldanên dijmin ên ku dixwestin li hin cihan me û Iraqê bînin beramberî hev, bi rêya diyalogê vala hatin derxistin. Lê Iraq jî pêwîst e berpirsyariya xwe ya beramberî gelê Êzidî pêk bîne. Gelê Êzidî ji axa Iraqê ne cûda ye.”

Çeko Şengalî di nirxandina xwe de balê kişand ser hesabên cûda yên li ser Şengalê û ev hişyarî li Iraqê kir: “Hin aliyên siyasî dixwazin mijarê berovajî bikin û bi vê yekê derbasî Şengalê bibin, xwe li vir bicih bikin. Lê em rê nadin ku ev armanca dijmin pêk were, em û Iraq werin beramberî hev. Derbasbûna hêzeke mezin a artêşê ji bo Şengalê derfet dide dijmin ku karibe bikeve navbera me û Iraqê. Niha hewldanên dijmin hene û ji xwe re li fersendan digere, pêwîste Iraq jî vê bizanibe.”

‘Bi saya YBŞ’ê artêş û hikumeta Iraqê derbasî Şengalê bûn’

Şengalî bibîrxist ku piştî fermana 2014’an, hêza ku rê li ber derbasbûna Iraqê û rayedarên Iraqê vekir ku karibin derbasî Şengalê bibin, YBŞ bû û wiha berdewam kir: “YBŞ’ê bi hemû derfetên xwe ve kar kir ji bo hikûmeta Iraqê karibe derbasî Şengalê bibe. Beriya her kesî me ala Iraqê li Şengalê rakir. Ji ber vê rastiyê, pêwîste Iraq rê nede dijmin ku karibe bikeve navbera gelê Êzidî û Iraqê de, Iraq pêwîst e ji bo civaka me bi erk û berpirsyarî tevbigere.”

Çeko Şengalî her wiha bersiv da nîqaşên li ser hêzên parastina cewherî yên Şengalê têne kirin û got: “YBŞ’ê zêdetirî 400 şehîd û zêdetirî hezar birîndar dane. Pêwîst e Iraq vê rastiyê ji bîr nekê. Eger YBŞ nebe tu kes nikarî êdî axa Şengalê rizgar bike. Hebûna Iraqê ya li vir bi saya bedelên ku YBŞ’ê dane ye. YBŞ û YJŞ rê li ber vekir ku Iraq wek dewlet vegere Şengalê û li vir kar bike.”

‘Hin kes ji bo derxistina pirsgirêkan di nav artêşê de hatine rêxistinkirin’

Şengalî da zanîn ku di nava hêzên Iraqê de ku derbasî Şengalê bûne, hin kes hene ku ji bo derxistina piskirêkan hatine erkdarkirin û ev nirxandin kir: “Ev kes diyar in û em wan nas dikin. Ji bo ewlekariya Şengalê nebe mijareke siyasî ku hin alî li ser siyasetê bikin, em hewl didin çareser bikin û rê li ber mezinbûna aloziyê digirin. Rewşa Iraqê bi giştî ne di astekî baş de ye, heya nihe hikûmeta nû nehatiye avakirin, helbet di vê demê de wê aliyên siyasî ji ber berjewendiyên xwe li hin cihan pirsgirêkan derxin.”

‘Em wek hêza leşkerî bi biryara gelê xwe re ne’

Di berdewama nirxandina xwe de Çeko Şengalî balê kişand ser plana 9’ê Cotmehê û hewldanên di çarçoweya vê planê de û wiha pê de çû: “Ev peyman ne di berjewendiya gelê Êzidî de bû û gelê me ev peyman qebûl nekiriye. Em wek YBŞ’ê ji gelê xwe ne qut in û em li ser xwestek û berjewendiya gelê xwe tevdigerin. Em wek hêzên leşkerî bi biryara gelê xwe re ne. Aliyên siyasî vê peymanê ji xwe re dikin hincet, Şengalê wisa didin xuyakirin ku ne aram e. Lê derket holê ku ev ne rast e, li Iraqê cihê herî ewle Şengal e. Mafê tu kesî nîne ku li ser Şengalê biryar bide. Şengal navçeyeke Iraqî ye, em jî Iraqî ne. Tenê Iraq dikare bi me re dan û standinê li ser Şengalê bike, mafê me jî heye em bi Iraqê re danûstandin bikin.”

‘Ragihandina PDK’ê nûçeyên derew belav dike’

Ji fermandariya YBŞ’ê Çeko Şengalî her wiha balkişand ser şerê taybet a ku ragihandina bi ser PDK’ê ve dimeşîne û ev rexne kir: “Ragihandina PDK’ê li ser Şengalê nûçeyên ne rast belav dike. Wisa didin xuyakirin ku li Şengalê qiyamet rabûye, di navbera YBŞ û Iraqê de şer derketiye. Bi ragihandina xwe Şengalê xira kirin. Bila gelê me bizane ku di rastiyê de tiştekî wisa nîne. Hevdîtinên me bi rayederên Iraqê re hene. Iraq jî lazim e nekeve bin bandora ragihandina wan û tiştên li  ser medya civakî tên belavkirin. Iraq pêwîst e di ferqa vê yekê de be.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button