Saziya Malbatên Şehîdan  a Şengalê: Pêwîste rêveberiya Başûr bi berpirsyarî tevbigere

Saziya Malbatên Şehîdan  a Şengalê qetilkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhat) bi tundî şermezar kir û bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku xwe berpirsyar bibîne û rê li ber êrîşan bigire.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê têkildarî şehîdxistina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhat) ku di êrîşa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li Silêmaniyê şehîd bû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ji malbata Şehîd Şukrî û Tevgera Azadiyê re sersaxî hat xwestin û wiha hat gotin: “Ev 40 salin ji bo azadiya gelê Kurd û xwedîderketina li destkeftiyên  Kurdistanê Şehîd  Yasîn Bulut bênavber di nava  tekoşînê de bû. Keda wî ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê, ji bo tevhiya gelê Kurd û gelên bindest bû. Li ser fikir û ramanên  Rêber Apo  jiyana xwe xistibû xizmeta vî gelî. Em wek civaka Êzidî û malbatên şehîdan vê êrîşa  tirsanok bi tunî şermezar dikin. Em ji ber van bûyerên bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li Silêmaniyê metrisîdarin. Pêwsîte rê liber van kiryaran bê girtin. Ev êrîşa hovane ne tenê li dijî kesek, bjarakî yan jî partiyek siyasî ye, li dijî hebûna gelê me ye.  Pêwsîte rêvebriya Başûrê Kurdistanê xwe berpirsiyar bibîne û rê li ber van êrîşan bigire.

Herî dawî  em didin diyarkirin ku emê heya dawî li keda hevalên xwe xwedî derkevin. Dijmin bi van êrîşên tirsonek nikaribe me bê îrade bike.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button