‘Berxwedanî nêzî azadî û xweseriyê dike’

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Fikret Îgrek bibîr xist ku civaka Êzidî li dijî hemû êrîş û gefên ser Şengalê biryara berxwedanê daye û got: “Biryara berxwedanê wê civaka Êzidî ji her demê zêdetir nêzî azadî û xweseriya xwe bike.” Îgrek bang li hemû hêzên azadîxwaz û partiyên Iraqê jî kir ku xeteriyan bibinin û helwest nîşan bidin"

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Fikret Îgrek derbarê planên dijî îradeya Şengalê û biryara berxwedana civaka Êzidî de ji Rojnews re axivî.

‘PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ Jİ BO IRAQÊ JÎ METİRSÎDAR E’

Fikret Îgrek diyar kir ku peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an de dijî Şengalê hatiye çêkirin, tola binkeftina çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an de ye û got: “Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, nekarîn civaka Êzidî tine bikin. Niha dixwazin bi riya peymana 9’ê Cotmehê, bi navê zagonan li ser civaka Êzidî pêk bînin. Ji 9’ê Cotmehê ve li ser Şengalê û li îradeya civaka Êzidî êrîş û gef hene. Ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta Kazimî û hevkarên wan PDK’ê ve şerekî pîskolojîk liser Şengalê tê meşandin. Peymana 9’ê Cotmehê bi tu awayî berjewendiyên welat û gelê Iraqê naparêze. Bi vê Peymanê dewleta Iraqê dikeve bin xeteriyeke mezin.”

‘YBŞ/YJŞ’Ê XAKA IRAQÊ PARASTİYE’

Îgrek da zanîn şervanên azadiyê û hêzên YBŞ/YJŞ’ê dijî çeteyên DAIŞ’ê xaka Iraqê parastiye û wiha dom kir: “Gelo dijî çetên DAIŞ’ê kê axa Iraqê parast? ma ne civaka Êzidî bûn? Ma kê bedelên giran dan? Ma ne civaka Êzidî bû? Me 390 Şehîd dan û 1060 gaziyên me hene. Bi saya wan şehîd û gaziyan ev ax rizgar bû. Dîsa bi saya yekîneyên berxwedana Şengalê axa Iraqê hat rizgarkirin. Li şûna minetdarî û dilsoziya xwe ji wan şehîdan û gaziya re bikin, bi pîlangeriyeke rûreş, dixwazin fermana liser civaka Êzidî temam bikin.”

‘CİVAKA ÊZİDÎ BİRYARA BERXWEDANÊ DA’

Îgrek destnîşan kir ku civaka Êzidî hemû hewldan kirine ku şer û alozî çênebe, lê hikûmeta Iraqê dest ji helwestên xwe bernedaye û got: “Ev 4 meh e gelê Êzidî dijî peymana 9’ê Cotmehê li ser piya ye. Duh civaka Êzidî bi hemû sazî û dezgahên xwe bersiva vê peymanê da. Fermandarê YBŞ’ê got: ‘Ji bo di navbera me û dewleta Iraqê de şer nederkeve û alozî çênebin, me gelek hewldan kir, lê mixabin wan ev derfet ji bo aramiya hemû gelên Iraqê bicîh neanîn.’ Hikûmeta Kazimî dixwaze îradeya Êzidiyan nas neke, wana bê parastin bihêle û dîsa di qirkirinê re derbas bikin.”

‘Jİ BO CİVAKA ÊZİDÎ DU XETÊN SOR HENE’

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Fikret Îgrek bal kişand ku ji bo civaka Êzidî du xetên sor hene û wiha domand: “Ji bo civaka Êzidî rûmeta wan û Çiyayê wan xetên sor in. Êzidî dijî 73’ê fermanan li çiyayên xwe xwe parastine. Wek tê zanîn di fermana 73’an de eger çiyayê Şengalê nebûya, yek Êzidî nedima. Çiyayê Şengalê rûmeta Êzidiya ye.”

‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ROPÛŞEK E’

Firkret Îgrek ji ber nêzîkahiya beramberî Şengalê rexne li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin û got: “NY nemaye. Mirov wekî neteweyên dewlet bi nav bike wê hîn çêtir cihê xwe bigire. Tenê dibêje ‘ez mafên mirovan diparêzim’, lê tiştek nake. Peymana 9’ê Cotmehê hat îmzekirin, dîsa ev qas êrîş û gef ser Şengalê tên kirin, lê beramberî van êrîşan roleke berçav a Neteweyên Yekbûyî nayê dîtin. Dibêjin ‘em mafê Êzidiyan didin’, lê li aliyê din dibin navê zagonan de ji bo ku Êzidiyan qir bikin peymanan çêdikin.”

BANGA PİŞTGİRİYÊ

Fikret Îgrek beramberê êrîşan ev bang li hemû hêzên azadîxwaz û partiyên Iraqê kir: “Xeteriya li ser axa Iraqê û gelê herêmê bibinin. Li dijî êrişên ser Şengalê bibin xwedî helwest û xwedî li Şengalê derkevin.

Îgrek di dawiya axaftina xwe de got: “Civaka Êzidî dijî hemû êriş û gefên li ser Şengalê biryara berxwedanê da. Biryara berxwedanê wê civaka Êzidî ji her demê zêdetir nêzî azadî û xweseriya xwe bike.”

ÇAVKANÎ: LEYLA LORÎN-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button