‘Hedefgirtina Şengalê, hedefgirtina îstiqrar, ewlehî û aştiya li herêmê ye’

Lêkolîner û rojnamevan destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker bi êrişa li dijî Şengalê  peyam da ku qebûlkirina daxwazên civaka êzidî ji aliyê dewleta Tirk û PDK`ê ve nayên pejirandin û diyar kir ku hedefgirtina Şengalê, hedefgirtina îstiqrar, ewlehî û aştiya li herêmê ye.

Di çarçoveya plana dewleta Tirk a qirkirina civaka êzidî de ku di Tebaxa 2014`an de bi desteka DAIŞ`ê dest pê kir, di 16 û 17`ê Tebaxê de Şengal bi balafiran bombebaran kir. Di encamê de, fermandarekî YBŞ`ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîl jî birîndar bûne.

Careke din di 17`ê Tebaxê de, dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya Sikeniyê ya girêdayî Şengalê bombebaran kir. Dewleta Tirk bi vê yekê wekî her carê mafên mirovan binpê kirin û civaka navneteweyî jî li hemberî vê yekê bê deng e. Têkildarî hedefgirtina nexweşxaneya Sikeniyê, Fermandariya Giştî ya YBŞ`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:”Nexweşxaneya Sikeniyê di bin parastina YBŞ’ê de bû ku ji bo pêdiviyên hêzên me yên parastinê û gelê me yê êzidî û Ereb hatibû vekirin û bû hedefa êrişên dewleta Tirk.” YBŞ`ê ragihand ku şehîd û birîndar hene, wê piştre daxuyaniyeke berfireh têkildarî mijarê bide.Nivîskar û lêkolînerê siyasî Ehmed Şêxo têkildarî êrişa dawî ya dewleta Tirk a li dijî Şengalê, got: “Hedefgirtina dewleta Tirk a faşîst ji civaka êzidî li Şengalê re, di çarçoveya siyaseta wê ya qirkirina gelên Mezopotamyayê û Anadolê de ye. Ji gelên xiristiyan ên wekî Suryan, Ermen û Yewnan bigire, heta îslamê û taybet gelê Kurd, dewleta Tirk li dijî wan qirkirinê dimeşîne.”

Dewleta Tirk di salvegera şehîdxistina endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî, careke din êzidî hedef girtin. Dewleta Tirk a qirker, ji bo ku civaka êzidî bê rêveberî bihêle û nehêle ku êzidî xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin, beriya sê salan Mam Zekî Şengalî dema ku ji bîranîna komkujiya Koço vedigeriya, bi balafirên bêmirov hedef girt û di encamê de, Mam Zekî şehîd bû.

‘ARMANC JÊ KU ÊZIDIYAN BÊ RÊVEBERÎ BIHÊLIN’

Ehmed Şêxo da zanîn ku hedefgirtin û şehîdxistina fermandarê YBŞ`ê Seîd Hesen û şervanekî YBŞ`ê Îsa Xwedêda û birîndarkirina sivîlên Şengalê, armanc jê ku êzidiyan bê rêveberî bihêlin û nehêlin êzidî parastina xwe bikin û kar û rêveberiya xwe bikin. Şêxo wiha dewam kir: “Êrişa li dijî Şengalê, derbkirina hewldan û xebata civaka êzidî di aliyê siyasî, dîplomasî û civakî de ya redkirina hevpeyama 9`ê Cotmehê ye. Ji ber ku ev hevpeyman berdewamiya qirkirina ku DAIŞ`ê ye, lê vê carê bi rêya hevpeymana di navbera hikumeta herêma Kurdistanê, hikumeta Bexdayê û bi awayekî veşartî bi dewleta Tirk e û îradeya civaka êzidî paşguh kirin.”

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de, hikumeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê bê ku rêzdariyê bidin îradeya gelê Şengalê û rêveberiya wan a xweser, hevpeymanek li dijî civaka êzidî îmze kirin. Ev hevpeyman, ked û xwîna ciwanên êzidî yên rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ`ê û avakirina Rêveberiya Xweser paşguh kir. Bê guman dewleta Tirk bi awayekî veşartî cihê xwe di hevpeymanê de digirt.

Balkêş e ku dema serokwezîrê Iraqê serdana Şengalê dikir, dewleta Tirk êrişî Şengalê kir. Lê Kazimî di serdana xwe de behsa êrişên dewleta TIrk ên li dijî Şengalê nekir û êriş ji nedîtî ve dîtin. Heta piştî serdanê jî tu daxuyanî ji aliyê Kazimî û hikumeta Iraqê ve têkildarî şermezarkirina êrişê, nedan. Gelo bi erêkirina Kazimî, dewleta Tirk êrişî Şengalê kir? Ev pirsek e ku civaka êzidî heta niha li bendê ye.

EBDÎ BANG LI IRAQÊ KIR: BERPIRSYARIYA PARASTINA KÊMNETEWEYA ÊZIDÎ HILGIRE

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de got, ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê dewleta Tirkiyê ve pêk hatine, zêde bû. Ebdî bang li hikumeta Iraqê kir ku berpirsyariya parastina kêmneteweya êzidî hilgire.

Rojamevanê iraqî û lêkolînerê kar û barên Kurdan Elî Nacî, serdana Kazimî û êrişên dewleta Tirk li dijî Şengalê wiha nirxand: “Serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Şengalê û hemwextî êrişên dewleta Tirk li dijî Şengalê, îsbateke mezin a binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve ye. Ji aliyekî din ve jî hebûna Kazimî û tunebûna wî, tu guhartinê li ser serweriya Iraqê çênake.”

Şêxo jî têkildarî vê mijarê got: “Bê guman bombebarana li dijî Şengalê, nameyên Tirkiyê ji rêveberên Iraqê re, di nav de Kazimî û hin hêzên Iraqê yên ku piştgiriyê didin Şengalê. Dewleta Tirk bi vê êrişê peyam da ku qebûlkirina daxwazên civaka êzidî ya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê di çarçoveya  sazûmaniya parastin û ewlekariyê Iraqê, ji aliyê dewleta Tirk û PDK`ê ve nayê pejirandin.”

‘KAZIMÎ BI HILBIJARTINAN RE MIJÛL E, BINPÊKIRINA SERWERIYA IRAQÊ NE XEMA WÎ YE’Elî Nacî da zanîn ku Mistefa Kazimî û hikumeta Iraqê, bi hilbijartinan û nûkirina erkdariya Kazimî re mijûl e û wiha dewam kir: “Kazimî ji bo ku careke din bibe serwezîr di nava liv û tevgerê ye û bi hilbijartinan re mijûl e. Lewra ger serweriya Iraqê hate binpêkirin wekî ku çawa li Şengalê hate binpêkirin, ne xema wî ye. Ev jî cihê xemgîniyê ye.”

Nacî got, gelê Iraqê dizane ku Kazimî lawaz e û nikare bersivê bide aliyên ku serweriya Iraqê binpê dikin nexasim dewleta Tirk a ku  her tim serweriya Iraqê binpê dike û wiha domand: “Kazimî texmîn dike ku destê Tirkiyê dê di nûkirina erkdariya wî de hebê. Ji ber vê yekê jî tiştê ku Tirkiyê dixwaze Mistefa Kazimî pêk tîne.”

Nacî  anî ziman ku hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hemberî dewleta Tirk bê deng e û ev yek jî ne nû ye.

Lêkolîner Ehmed Şêxo jî bêdengiya hikumeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê wiha nirxand: “Bê guman eger ne ji bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê û heta Amerîkayê jî, dewleta Tirk nedikarî êrişî Şengalê bike. Ji ber ku êrişên hewayî divê destûr ji Amerîkayê were xwestin. Li ser erdê pêwîstî bi sîxur û xiyanetkaran heye û ev yek jî bi erêkirina hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê pêk tê.”

Di demekê de ku Iraq amadekariya lidarxistina civîna ewlehiyê ya dewletên cîran dike, lê li hemberî binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve bê deng e. Dewleta Tirk bi dehan kilometer derbasî nava axa Iraqê û Başûrê Kurdistanê bûye û li wan herêman bi dehan baregeh ava kirine.

Lêkolîner Elî Nacî têkildarî vê mijarê got: “Civîna ku Iraq amadekariya wê dike, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îran û Erebistana Siûdî li herêmê ye, mixabin ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê ye. Iraq di nava aloziyan de ye û Kazimî bi çareserkirina pirsgirêkên dewletên cîran re mijûl e. Ev yek jî ji bo erkdariya xwe ya serokwezîritiyê nû bike. Ji ber vê yekê guh nade binpêkirina serweriya Iraqê û ne xema Kazimî ye.”

Herêma Şengalê ku xwedî stratejiyeke girîng e, di hevsengiyên herêmî de roleke wê ya sereke heye û bandorê ne tenê li Iraqê, li Îran û Sûriyê jî dike. Dewleta Tirk jî bi hemû rêbazan hewl dide Şengalê ji gelê wê yê resen  vala bike û wekî herêmên din dagir bike.

‘ÊRIŞA LI DIJÎ ŞENGALÊ, ZEMÎNA DAGIRKIRINA DEWLETÊN EREBAN Û AXA KURDAN E’

Ehmed Şêxo diyar kir ku hedefgirtina Şengalê û gelê wê, hedefgirtina tevahiya pêkhateyên Iraqê Kurd û Erebên wê û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk bi van êrişên xwe zemîna dagirkirina dewletên Ereban û axa Kurdan dike. Lewra ji erkê hemûyan e ku van êrişan red bikin.”

Şêxo got dewleta Tirk bi êrişên li dijî Şengalê name da ku dê herêmên Rêveberiya Xweser û QSD`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêç bike û eger helwestên redkirin ji aliyê herêmî û navneteweyî derneketin, di rojên pêş de dê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û wiha dawî li nirxanda xwe anî: “Hedefgirtina Şengalê, hedefgirtina îstiqrar, ewlehî û aştiya li herêmê ye û çêkirina aloziyan û bêîstiqrarê ye.”

ANHA

Show More
Back to top button