TAJÊ civînek berfireh pêkanî

Dûh Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ civîna xwe ya nîvê salê lidar xist. Ji çar aliyê Şengalê berê xwe dan Xanesorê û li qaa ya laleş ya li navçeya Xanesorê kombûn dest bi civîna xwe kir

Civîn bi boneya nirxandina 6 mehan ya ya TAJÊ pêkhat.

Di civîna Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de nirxandinên pêvajoya siyasî hatin kirin, peyam hatin xwendin, nirxandinên kar û xebat hatin kirin.

Di nav peyaman de nameya ku bi sernivîsa ‘Nameya M. Nezir Gumus, bi dîroka 16’ê kanûna 2020’an ji dayikên Şengalê re’ hate xwendin û bu sedema hestiyariyek mezin. Name ji girtigeha Bandirma hatîbû şandin.

Di nameyê de wiha jî hatîbû gotin; “Navê her yekê ji we cewhereke kurdewariyê ye. Dema min j çiyayê Spî û Bêxêr, ji çiyayê Bagokê û Omerya dinêrî, Şengal xweş dixuya. Pir nêzîkî me bû. Lê niha ji bilî sînor û dîwarên bilind, bi hezaran kilometre em dûrî hev in. Dixwazim vê bêjim, bila ev dûrbûn tenê li ser neqiş û xerîteyan bimîne. Bi dil, bi can, bi hest û bi viyana xwe li kêleka we me, tasek ava kaniyê ji destê we vedixwim û gepek nanê we yê şkeva dixwim. Wekî ocaxên şêxan tim û daim destê we li pişta min û hevalên min e. Hêvî û baweriya min ewe ku destê we li pişta her şervanek Êzdîxanê ye. Heta ev dil li ser we be Ezdayetî têk naçe û Şengal naşikê. Ji berxwedana we re bejna xwe ditewînim.”

Show More
Back to top button