‘Merwan Bedel dikarî hevaltiya jina azad bike’ 

Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hiço destnîşan kir ku şehîd Merwan Bedel bi berxwedan û pêşketina jinên Êzidî gelekî serbilind bû û got: “Mirov dizanî ku dikare hevaltiya jinê bike. Ji her kesî zêdetir îradeya jinê qebûl dikir. Wî dikarî hevaltiyeke rast a bê berjewendî bi jinê re bide meşandin.”

Di 11’ê Kanûnê de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hiço ku yek Ji rêhevalên nêzîk a Merwan Bedel bû, li ser kesayet û têkoşîna Şehîd Merwan û bi taybet jî derbarê sekin û helwesta wî ya azadiya jinên Êzidî de axivî.

Rîham Hiço di destpêkê de destnîşan kir ku rastiya Êzidiyatiya resen di şexsê Şehîd Merwan de dihate dîtin û vê kesayetê wiha şîrove kir: “Di kesayetiya wî de kesekî xwedî cesaret û bi îrade dihate dîtin. Bi taybet dema mirov behsa dîroka Êzidiyan bike ew çanda kevnar a Êzdiyan di kesayetiya wî de dihate hîs kirin.”

Rîham Hiço û Şehîd Merwan, di demên zor û zehmet de hev nas dikin û dest bi rêhevaltiyê dikin. Rîham Hiço wan rojan wiha bibîr anî: “Di 2015’an de, dema li hemberî çeteyan şer destpêkir me ew naskir. Lê naskirina min bi xwe bi wî re di sala 2017’an de dema Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate lidarxistin û em wekî hevseroka meclisê hatin hilbijartin çêbû. Ji ber wî bi xwe jî wek temsîlê hêzên leşkeri cihê xwe di meclisê de di girt, wê demê me hîn zêdetir naskir.”

‘Bendek ji stûna yekîtiya Êzidiyan bû’

Şehîd Merwan, fermandarekî leşkerî ya civaka xwe bû lê çi demî pêwîst dikir di qada civakî de jî pirsgirêkên civakê çareser dikir. Rîham Hiço jî balê kişand ser vê taymetmendiya wî û wiha axivî: “Merwan bendek ji stûna yekîtiya civaka Êzidî bû. Ne tenê di nava civakê de, di aliyê diplomasî de jî bi erka xwe radibû û rolekî girîng dilîst. Me bi hev re gelek karên diplomasiyê dan meşandin. Dema ku serdana cihekî dikir gel pir jê bawer bû, gel dizanî ku ew ji dilê xwe ji bo xizmeta civakê kar dike.”

‘Merwan Bedel her tim xwe deyndarê jinê didît’

Rîham Hiço balê kişand ser xaleke girîng a kesayeta Şehîd Merwan, bi taybet nêzîkbûna wî ya li rastiya jinê û got: “Di nav civaka me de herdem zihniyeta zilam li pêş bû, jin bi nasnameya xwe nedihat qebûlkirin. Lê di kesayetiya heval Merwan de kesekî azad dihate dîtin û mirov dizanî ku dikare hevaltiya jinê bike. Ji her kesî zêdetir îradeya jin qebûl dikir. Wî dikarî hevaltiyeke rast a bê berjewendî bi jinê re bide meşandin.”

Rîham Hiço çavkaniya vê rastiyê jî wiha şîrove kir: “Dibe ji ber trajediya ku wî jiyan kiribû. Dayîka wî ew bi tenê xwedî kiribû. Nêzîkatiyên dayîka wî wisa kiribû ku herdem xwe deyndarê jinê didît.”

Di pêvajoya Peymana 9’ê Cotemhê de rola Merwan Bedel

Bi taybet piştî Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an, plan û êrîşên li ser Şengalê, bi taybet jî li dijî jinên pêşeng ên Şengalê zêde dibin. Di vê pêvajoyê de jî Şehîd Merwan bi roleke girîng radibe ku Rîham Hiço wiha behsa wan rojan dike: “Ev dewlet ji bo îradeya jinê ji holê rake hin biryar derxistin û xwestin jina pêşeng çavtirsandî bikin. Mixabin gelek kesayetên Êzidî jî ji wan nêzîkatiyên dewletê bibandor bibûn xwestin rê li ber îradeya jinê bigirin. Heval Merwan berovajî her kesî herdem bi berxwedaniya jinê serbilind bû. Herdem gotina wî ev bû ‘Em bi berxwedaniya jinan li ser piya dimînin.”

Şehîd Merwan bi taybet ji bo pergala hevserokatiyê were rûniştandin jî xwedî helwest e ku di salên destpêkê de jin gelek zehmetî dibînin. Rîham Hiço da zanîn ku Şehîd Merwan ji dil û can pergala hevserokatiyê qebûl kiriye û got: “Yek ji kesên herî zede bi me re bû alîkar û hêz da min Hevalê Merwan bû.”

‘Wî xwe bi şervanan jî bi civakê jî da hezkirin’

Di Kongreya 4’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, Rîham Hiço erka hevserokatiya Desteya Rêvebir dewrî Şehîd Merwan dike. Rîham Hiço ji bo wê pêvajoyê jî wiha axivî: “Bi rastî hemû gelê me bi hêvî û baweriyeke mezin ev kar dewrî van hevalan kir. Piştî ku bû hevserokê desteyê karibû di demeke kurt de xwe bi civakê bide hezkirin. Dema leşker bû xwe bi hemû şervanan da hezkirin û dema derbasî qada civakî bû jî karibû xwe bi her kesekî bide nasîn û hezkirin.”

‘Kî îxanet li şehîdan bike ew ji ola xwe derdikeve’

Di dawiyê de, Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hiço derbarê berdêlên giran ên ji bo xweseriya Şengalê tên dayîn jî wiha got: “Dema me dest bi vê projeyê kir, me dizanî emê rastî êrîşan bên. Dijminê me wê tehamuliya vê pêşketina me neke. Me gelek kesên giranbuha fedakirine. Keda van şehîdan ku ji bo azadiya Êzidiyan dane em pîroz dibînin û her kesekî îxanetê li keda şehîdan bike wekî ku ji ola xwe dûrketibe, em wisa dibînin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN ŞENGAL

Show More
Back to top button