Ji bo şehîdên fermanê 5 deqeyan jiyan hat sekinandin 

Şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li tevahiya Şengalê bi 5 deqe rêzgirtinê û sekinandina jiyanê hatin bibîranîn.

Bi minasebeta salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, li ser banga Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, îro li tevahiya Şengalê saet di 10.00’an de ji bo bîranîna şehîdên fermanê, 5 deqeyan rêz hat girtin û jiyan hat sekinandin.

Di çarçoveya bernameyê de welatî li cihên cuda cuda kom bûn û ji bo şehîdan rêz girtin. Yek ji cihên ku herî zêde xelk li hev kom bû jî, pêşiya avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê bû. Endamên sazî û rêxistnên Şengalê hêzên Asayîşa Êzidxanê, jin, ciwan, serok eşîr û welatî 5 deqan bêdegn sekinîn û şehîdên fermanê bibîr anîn.

Li bajaroka Sinûnê, herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê û tevahiya Şengalê jî gel li ser rêyan û ber deriyên mal û saziyan li hev kom bûn û rêz girtin.

Yek ji beşdarên bernameya bîranîna Xanesorê Şemê Remo hestên xwe ji Rojnews re anîn ziman: “Ev 7 salin em rojên fermanê jiyan dikin. Iraqê heya neha ji bo me gavek baş navîtiya. Berevajî wê, korîdora mirovî ku beriya7 salan ji aliya şervanan ve ji bo me hatibû vekirin, li ser me girtiye.”

Ciwanê bi navê Reşo Xirî jî wiha got: “Beriya 7 salan bi hezaran keç û jinên me ketin destê çeteyan. Bi hezaran kes hatin qetlikirn û di gorên komî de ne û hestiyên wan nehatine rakirin. Em ji bo bîranîna wan cangoriyan ji bo 5 deqeyan sekinîn. Ev sekinîna me ya li vir bi saya xwîna sedan şehîdan e. Eger ciwanên me xwe  li ber axa Şengalê canê xwe nedabana, me dê nikarîbûya îro li vir ji bo 5 deqeyan jî bisekinin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎN

Show More
Back to top button