‘Em ciwanên Şingalê bêdeng namînin’

Ciwanên ku tevli meşê bûn girêdayî tecrîdê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin

https://www.youtube.com/watch?v=QH06xB06kCc

Ciwanên Şengalê ji bo balkişandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelên azadîxwaz Abdullah Ocalan meşiyan. Ciwanên ji Medreseya Sor a Şengalê heya çerxerêya navenda Şengalê meşiyan bênavber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Em ciwan canfedayê Ocalan in” û “Bijî Serok Apo” bilind kirin.

Li çerxerêyê daxuyaniya ku bi mebesta meşê hat amadekirin ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî Cemîla Meto ve hate xwendin.

Ciwana bi navê Cîhan Hazim der barê armanca wan a meşê de got: “Em ji bo Rêberê xwe dimeşin. Ev 23’ê sal in Rêberê me di girtîgehê de tê girtin, em wekî ciwan vê girtin û tecrîdê napejirînin. Em ê heya dawî ji bo Rêberê xwe têbikoşin, çi ji me were xwestin em ciwan amade ne bikin.”

“Çİ Jİ ME BÊ XWESTİN EM AMADE NE”

Ciwana bi navê Bêrîvan Cindî jî der barê armanca çalakiyê de ev nirxandin kir: “Em ciwan dixwazin Rêberê xwe ji zindanê derbixin. Rêberê me xwedî fikreke azad û gerdûnî ye. Em ciwan çi ji me bê xwestin em ê bikin ji ber ku em xwe wekî fedayiyên Rêberê xwe dibînin.”

Sûat Silêman jî got: “Em heya ji Rêberê xwe agahî negirin ranawestin. Em ê rêxistina xwe çêbikin û çalakiyan berfireh bikin. Ji bo Rêberê me azad bibe divê em jî xwe bi hêz bikin. Di fermanê de Rêber Apo şervanên xwe bi hewara me ve şand û em ji êrîşan rizgar kirin. Em ciwan azadiya fizikî ya Rêber Apo ji xwe re wek Erkekê dibînin.”

Zahîde Xelef jî got: “Em weke jin û ciwanên Êzidî heya hebin, em ê ji bo Rêberê xwe ked bidin. Meşa me ya îro jî ji bo rêbere me ye.”

Show More
Back to top button