‘Lihevkirina dijî Şengalê pilanek dijî hemû Kurda ye’

Aktivîstê Civaka Sivîl Nizar Mihemed, lihevkirina Hikûmeta Iraqê û PDK’ê ya li dijî Şengalê wek pilana dewleta Tirk bi navkir û da zanîn armanca dewleta Tirk ne tenê Şengale, hemû Kurd in

Nizar got, xelkê Şengalê wan hêzên ku ew parastin dixwazin, hêzên ku reviyan û Şengalê radestî DAIŞ’ê kirin, naxwazin.

Aktivîstê Civaka Sivîl Nizar Mihemed di derbarê lihevkirina Hikûmeta Iraqê û PDK’ê ya li dijî Şengalê de wiha got; “Aliyên ku niha hewil didin vegerin Şengalê û lihevkirinê li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê dikin, heman ew alî ne ku di dema herî teng de  Şengalê bi tenê hiştin û nekarîn Şengalê bi parêzin.”

Di dewamê de Nizar Mihemed destnîşankir ku pilana niha li dijî gelê Şengalê tê kirin, aramnca wê ewe ku gelê Şengalê nikaribe çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û hêzek ya wê bi xwe hebe ku xwe biparêze. Her wiha da zanîn xelkê Şengalê wan hêzên ku xelkê me parastin dixwazin, hêzên ku reviyan û Şengalê radestî DAIŞ’ê kirine naxwazin.

Nizar diyarkir ku lihevkirina Hewlêr-Bexda ya li ser Şengalê bi daxwaza dewleta Tirk pêkhatiye û armanca dewleta Tirk ne tenê Şengale, armanc dij derketina destkeftiyên tevayî Kurda ye.

Nizar got ku xelkê Şengalê qebûl nake bikeve di jêr kontrola ti dewletek dagirker de û wan hêza xwe ya rasteqîn avakirine.

ÇAVKANÎ: HUNER FARIS-ROJNEWS

Show More
Back to top button